Fînala turnuvaya futbolê ya ji bo bîranîna Denîz Poyraz hat kirin

  • 10:25 3 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di turnûvaya Fînalê ya ku ji bo bîranîna Denîz Poyraz hat lidarxistin de Poyrazspor bû şampiyon. Dayika Denîz Fehîme Poyraz spasiya kesên beşdarî turnuvayê bûn kir. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo bîranîna Denîz Poyraz a ku li avahiya wan a Îzmîrê hat qetilkirin  di çarçoveya Kampanya bi dirûşma "Tora pêgiriye kun bike" hat destpêkirin de turnuvaya futbolê dabû destpêkirin. Turnuvaya hat destpêkirin bi maça turnuvaya fînalê bi dawî bû. Di fîlnala ku li sahaya bi xalîçe a li Bucayê hat kirin de Denîz Firatspor û Poyrazspor hatin pêşberî hev. Di fînala hat kirin de pankarta bi dirûşmên, "Li ser sofreya tavê li ser rêya Denizê", "Denîzek biçe dê hezar Denîz bên", "Em ê kelehên berxwedanê nekin wargeha ciwanên ku mêjiyê wan hatiye pûçkirin" hat vekirin.  Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepnî, rêxitinên başêr û navçeyan ên HDP'ê û gelek kes tevli maça fînalê bûn. 
 
'Ez hêvî dikim ku her kes wekhev bi hev re bijî'
 
Fehîme Poyraz pêşniyza ku hemû cîhan bi hev re wekhev bijî kir û got, "Ez hemû ciwanên kurd ku di turnuvaya ciwanan a bi navê Denîz Poyraz de cih girtin ji ber keda dan pîroz dikim.  Ez spasiya her kesê ku tevli turnuvayê bû dikim.  Hêvîdikim ku hemû gel li cîhanê bi hev re di nav aştiyê de bijîn. Ez kesên ku ji bo azadiya kurdan têkoşînê didin ji ber keda didin pîroz dikim û serkefitinê ji wan re dixwazim."
  
Ji kesên ked dan re spas kir
 
Parlamenter Murat Çepnî jî Denîzê bi bîr anî û ji her kesê ku ji bo turnuvayê ked da re spas kir.   
 
Di dawiya maçê de Fehîme û Murat, Poyrazspor a ku bi ser ket pîroz kirin, kupa, plaket, xelat û formaya Amedsporê diyarî kirin. Ji tîma Denîz Firatspor re jî plaket hat dayîn.