Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu: Ez dixwazim mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînim

  • 09:05 3 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu bi rêya nameya ku şand ji ÎHD’ê re wiha got: "Bijîşk li şûna nexweşiya min bipirse  dibêje ‘Tu ket nava pevçûnê? Te û kê bi hev re pev çinî? Çi karê te li wir hebû? Bi van pirsan ez derman kirim."
 
Yek ji girtiyan Dîlber Tanrikulu ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye di gulana 2016’an de li Nisêbîna Mêrdînê hat binçavkirin, bi îdiaya ‘yekitiya welat xera kiriye’ hat girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Di rûniştna di 3’yê Kanûna 2019’an a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin de bi îdiaya ji sûcê ‘yekitiya welat xerakirin’ muebet, ji ‘qestî kes kuştin’ 16 sal ceza, bi îdiaya ‘zirar daye malê  cemawerîyê’ 3 sal û bi idiya ‘madeyên bi xeter bêyî destûr gerandin’ 7 sal ceza lê hat birîn. Dîlberê ku parçeyên şarapnelê di bedena wê de ye, di 2017’an de şandibûn Girtîgeha Jinanê ya Sîncanê.
 
Dîlberê ku 4 sal in li Sîncanê girtiye, ji ÎHD’ê re name şand û der barê binpêkirina mafan, pirsgirêkên tenduristiyê de axivî. Di nameyê de wiha got:
 
"4 sal berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi hinceta dermankirinê  sewqî girtîgeha Sîncanê hatim kirin. Lê  tevî nexweşiya min tu bijîşkekî bi rêk û pêk ez derman nekirim. Heta niha ez bi rêbazên xwe pêş ketim. Lê êşa min heye, protezên min, gelek min diêşînin. Şertên min li holê ne. Heta niha tişta ku ez zelal dizanim proteza kulîmekê ye. Pirsgirêkên dijîm bi kurtasî yek bi yek ger ku bêjim;
 
Ez di jiyana rojane de pirsgirêkan dijîm!
 
Proteza kulîmeka min heye. Ji ber vê di jiyana rojane de pirsgirêkan dijîm. Di  milê min ê rastê de parçe heye, ji ber vê her tim nikarim milê xwe bi kar bînim. Di dilê min de pirsgirêk heye. Tevî van pirsgirêkan tedbîr nayên girtin. Her cara çûm bijîşk (Ji ber pandemiyê salek û nîv bû nediçûm) hema wisa di ser re nêz dibû. Min ji bijîşk dipirsî ez çawa bikim, çawa baldar bim. Bijîşk bersiva; ‘Wê wisa bimîne,  divê tu nekevî. Wê êşa te her tim hebe, çareserî tune’. Gotinên wisa bi kar tînin û tiştekî nakin. Niha rewşa min wisa biçe wê nexweşiya min pêş de biçe. Nayêm dermankirin. Ji bo parçeyê di milê de min de jî dibêje tiştek nayê kirin.
 
Ez nikarim milê xwe bi kar bînim
 
Min ji bijîşkê ortopedîyê yê kampusa Sîncanê re nerehetiya xwe gotibû. Min got ez dixwazim parçeyê milê xwe bigirim, zirarê dide min. Lê got ‘Ji ber di hestî de ye zehmet e, bila li wir bimîne.’ Roj bi roj milê min giran dibe ez nikarim tiştekî bikim. 
 
Di şertên nebaş de min birin nexweşxaneyê
 
Di 18’ê Tebaxa 2021’ê de ez çûm bijîşkê ortopedîyê yê nexweşxaneya Sîncanê. Dilê min ne rehet e. Tevî vê  rînga yek kesî anî. Di şertên ne baş de ez birim nexweşxaneyê. Wek tê zanîn di rîngên yek kesî de mirov nikarin tev bigerin. Cih teng û bê hewa ye. Yanî ev îşkence ye. Helwesta bijîşk jî wek bijîşkên din sar û bê daxwaz bû. Ligel vê tevî ku peywira xwe bike ez kirim lêpirsînê. Li gorî nasnameya siyasî nêzî min bû. 
 
Bijîşk ez ji lêpirsînê derbas kir
 
Min ji bijîşk re got protez sist bûye, vîdeyên wê carna min diêşîne. Bijîşk jî got ‘tu li ser ranezê wê te ne rehet neke’. Carna ez naxwazim jî mirov li ser radizê. Tevî bêhestiyariya bijîşk min nerehetiyên xwe got. Min got parçeyên mil jî min ne rehet dikin. Bijîşk li şûna bi nerehetiyan re eleqeder bibe pirsên weke ‘tu ketiye nava pevçûnê? Te û kê bi hev re pev çinî? Çi karê te li wir hebû?’ pirsî.
 
Ez dixwazim mafê tenduristiya xwe bi kar bînim
 
Di encamê de ez dîsa bê encam vegeriyam. Piştî vê bêberpirsyariyê şûnde du derman nivîsî. Êş û ji bo mil jelek nivisî. Ji bo min derman da. Dema ez ji derî derketim jî ji gardiyan re got ‘ger biecibîne bila bi kar bîne, neecibîne bila bi kar neyne. Bila carek din jî neyê.’ Peywira bijîşkekî ev e ku bêyî şert û merc nexweş derman bike. Lê bijîşkên mijara gotinê li gorî nasnameya me nêz dibin û heqaretê dikin. Bijîşk bi sond û bêalîbûna xwe tên zanîn. Lê di demên dawî de ev ji holê rabûye. Di encamê de jî ez dixwazim ku mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînim. Ev mafê min yê sereke ye."