ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 3 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
*Jinên Suryanî bi awayekî hevpar fisteqên dêrê kom dikin û ji bo dêrê û xwendevanên ku lê perwerdeyê dibînin xerç dikin. Nesmî Akgulum û Febro Acar dibêje zehmetiya komkirina fisteqan bi keda hevpar sivik dibe û ew bi kêf karê xwe dikin. DÎMEN HEYE
 
*Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu bi rêya nameya ku şand ji ÎHD’ê re wiha got: "Bijîşk li şûna nexweşiya min bipirse  dibêje ‘Tu ket nava pevçûnê? Te û kê bi hev re pev çinî? Çi karê te li wir hebû? Bi van pirsan ez derman kirim."
 
*Li Wanê ji ber zema ji bo ceyran, gaz û alavên jiyanî tên kirin, esnaf, xebatkar û muşterî bêzar bûne.  Esnaf, muşterî û karkeran bertek nîzanê rewşê dan û diyar kirin ku ew êdî nikarin debara xwe bikin.  
 
*Her roj bi bûyereke nû ya binpêkirina mafên zarokan em hişyar dibin. Ya herî zêde di hişê mirov de bandorê dihêle jî rakirina ji holê ya mafê nepeniya zarokan a ji bo reytîngê ye. Zarokên bi awayekî sîstematîk êrişa zayendî li wan tên kirin cara duyem di oxira reytîngê de tên îstismarkirin û mafê kesayetiyê yê zarok jî bi vê yekê girêdayî li ber çavan nayê girtin û tê çewisandin. Dema em sersarî û helwesta rayedaran a derbarê vê bûyerê de, her wiha helwesta wan a ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê jî li vê zêde bikin wê demê tabloyeke bi xof û xeternak a parastina mafê mirovan a vî welatî derdikeve pêşberî me. MEDYA KRÎTÎK