Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Antalyayê: Em ê bi hev re bi ser kevin

  • 16:38 2 Cotmeh 2021
  • Rojane
ANTALYA - Li navçeya Kepeza Antalyayê jinên HDP'yî hatin cem hevdû û bal kişandin ser têkoşîna bi rêxistinkirî.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kepez a Antalyayê hevdîtina jinan pêk anî. Berdevka Meclîsa Jinan HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endama Koordînasyona Jinan Berna Çelîk, endama Meclîsa Partiyê Songul Şarklı û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Antalyayê tevlî hevdîtinê bûn. 
 
Di hevdîtinê de Ayşe axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî rejîma serdest a mêr. Ayşe da zanîn ku li dijî serdestiyê divê jin bi her avayî û li her qadê xwe bi rêxistin bike. Ayşe, da zanîn ku dê bi hev re bi ser kevin.
 
Piştî axaftina Ayşeyê jinan muzîk guhdar kirin û govend gerandin.