Feleknas Uca: Roj roja xwedîderketina li Şengalê ye

  • 16:17 2 Cotmeh 2021
  • Rojane
ENQERE -  Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca bal kişand ser hewldana PDK'ê û arteşa Iraqê ya li hemberî Şengalê û got: "Serê sibê ve dayik û ciwanên êzidî li hemberî PDK'ê di nav çalakiyan de ne. Berxwedana wan bi ser ket. Xwedîderketina li Şengalê tê wateya xwedîderketin li Kurdistanê ye. Roj roja xwedîderketila li Şengalê ye."
 
DP’nin Şengal’e askeri güçleri ile girmeye çalışmasını değerlendiren  HDP’li Feleknas Uca, “Şengal’e sahip çıkmak tüm Kürdistan’a sahip çıkmaktır. Êzidî halkı olarak, Şengal üzerinde kirli oyunların oynanmasına izin vermemeliyiz” diyerek Şengal’e sahip çıkma çağrısında bulundu.
 
Duh Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke lezgîn derbarê hewldanên çekdarî ên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) yên li hemberî Şengalê de da. Rêveberiya Xweser da zanîn ku wê PDK bi hêzeke çekdarî hewl bide were Şengalê. Rêveberiya Xweser vê hewldanê wekî provokasyoneke binavkir û got ew ê li hemberî vê hewldanê bêdeng nemînin, dagirkirina Şengalê bi tu awayî qebûl nakin û ew ê mafê parastina rewa heya dawiyê bikar bînin. Îro serê sibê jî liv û tevgereke berfireh a hêzên çekdarî yên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û artêşa Iraqê li derdora Şengalê pêk hat. PDK û arteşa Iraqê bi hinceta hilbijartinê û pratîzekirina Peymana 9'ê Cotmehê ya di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê berê xwe dan Şengalê. Lê di encama berxwedana şêniyên Şengalê de hêzên PDK’ê û arteşa Iraqê paşve vekişiyan.
 
Derbarê mijarê de Parlamentra Partiya demokratîk a Gelan (HDP) û Hevberdevka Komîsyona Têkiliya Dervê Feleknas Uca nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
'Li Şengalê jiyanek nû hatiye afirandin'
 
Feleknas, diyar kir ku ji 3'ye Tebaxê sala 2014'an heta îro li heberî Şengalê lîstok hene û got: "Di encama lîstokan de bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran jin hatin rewandin. Li vir berxwedaneke mezin hat dayîn û piştre êzidî xwe birêxistin kir û yekineyên xwe yên parastinê ava kir. Êdî pêve êzidî bi xwe birînên xwe pêça. Niha civak rêxistinbûna xwe ava kiriye û jiyaneke nû diafirîne. Di 9'ê Cotmehê de di navbera Bexda û Hewlêrê de peymanek hat îmzekirin. Ev tişt li dijî vîna êzidiyan hat îmzekirin û dixwazin êzidiyan ji şengalê derxin. Kesên ku bu sedem Şengal bi keve destê DAIŞ'ê niha tên axa Şengalê."
 
'Li hemberî Şengalê komployek heye' 
 
Feleknas, destnîşan kir ku gel niha li dijî peymana ku hatî îmzekirin li ber xwe dide û wiha axivî: "Niha di 10'ê cotmehê de hilbijartina Iraqê heye. Êzidî dê bi Partiya Azadî û Demokratî ya Êzidî (PADÊ) dikevin hilbijartinê. Êzidî xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Niha ji hêla PDK'ê niha namzeteke jin hatiye derxistin û em li vir bang dikin çima tên lîstokên PDK'ê. Li hemberî Şengalê niha komployek heye û heke PDK bê Şengalê dê gelek tiştên nebaş derkevin holê. Dixwazin aramiya ku li Şengalê piştî êrişên DAIŞ'ê pêk hatî têk bibin."
 
'Xwedê li Şengalê derkevin'
 
Feleknas, di axaftina xwe de bal kişand hewldana îro ya Arteşa Iraq û PDK'ê û got: "Serê sibê ve dayik û ciwanên êzidî li hemberî PDK'ê di nav çalakiyan de ne. Berxwedana wan bi ser ket. Em carek din bang dikin ku bila êzidî neyên lîstokan û carek din koçber nebin. Xwedîderketina li Şengalê tê wateya xwedîderketin li Kurdistanê ye. Ligel her cureyên êrişan êzidî dê vegerin ser axa xwe û dê xwedî li axa xwe derkevin. Roj roja xwedî derketila li Şengalê ye. Em ê berxwedana xwe mezin bikin."