OHD û MED TUHAD-FED'ê derbarê girtîgehan de panel li dar xist

  • 14:25 2 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Bi pêşengiya OHD û MED TUHAD-FED'ê panela bi navê "Wekî dewleteke cezayê girtîgehên li Tirkiyeyê" panel hat lidarxistin. 
 
Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), li oteleke navçeya Yenîşehîr a Amedê, panela bi ser navê “Wekî dewleteke cezayê girtîgehên li Tirkiyeyê: Derfet û Bêderfetî” li dar xistin. 
 
Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya moderatoriya panêlê kir. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, endamê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Bîçer, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Cengîz Yureklî û Sekretera Giştî ya OHD’ê Parêzer Rengîn Ergul weke axaftvan beşdarî panelê bûn. 
 
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Semra Guzel, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, rêveberiyên her du partiyan, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî panelê bûn. 
 
Moderator Emîne Kaya axaftina vekirinê kir û wiha got: “Weke ku tê zanîn girtî rastî binpêkirina mafên giran tên. Ji ber vê sedemê em panela xwe li dar dixin.”
  
Sekretera Giştî ya OHD’ê Parêzer Rengîn Ergul, bal kişand ser girtîgehên li Tirkiyê û wiha axivî: “Li van girtîgehan pêkanînên giran ên dij mirovahiyê hene. Qanûnên li Tirkiyê, mafên hêviyê yên girtiyan asteng dikin. Niha pirsgirêk a weke qanûna înfazê heye. Girtiyên ku cezayên wan diqedin nayin berdan. Girtiyên cezayê muebetê li wan hatine birîn heta hetayê di girtîgehan de dimînin. Ev qanûn mafên hêviyê yên girtiyan ji dest wan derdixin. Piştî ku Abdullah Ocalan di sala 1999’an de hat girtin, li şûna qanûna cezayê darvekirinê, qanûna muebeta giran anîn. Ev qanûna dijminantiyê ye. Ji roja ku komar hatiye avakirin û vir ve li dijî Kurdan hiqûqa dijminantiyê tê birêve birin.”
 
Prof. Dr. Umît Bîçer, dûre darbarê mijara “Girtiyên nexweş û rejîma edaletê” de axivî. Umît anî ziman ku divê li dijî bipêkirinên ku girtî dijin, ew dengên xwe bilindtir bikin û wiha got: “Di warê rewşa girtiyên nexweş de rol û rista medyayê pir girîng e. Heya ku em rejîma edaletê ne nirxînin, em ê nekarin ATK’ê bidin nîqaşkirin. Saziyên Tipa Edlî (ATK) ên raporan ji bo girtiyên nexweş amade dikin, bi perspektîfa parastina dewletê tev digerin. Di girtîgehan de xizmeta tenduristiyê bi awayekê baş nayê kirin. Girtiyên ku divê li nexweşxanê bên razandin rastî muameleyên xirab û rûmet şikandinê tên. Dema ku maf tê gotin, divê mafê her kesî/ê bê naskirin.