Çalakiya 'Nobeta Edaletê' di roja 208'emîn de dewam dike

  • 12:31 2 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja  208'emîn de dewam dike.
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a ku di 9'ê Adarê de dest pê kir, di roja 208'emîn de dewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber ku Edliyeya Rihayê di dawiya hefteyê de girtiye, îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.
 
Malbatê girêdayî çalakiya xwe ya îro, li ser hesabên xwe yên medya dijîtal ev peyam parve kir: "Ger hûn li hemberî neheqiyê bêalî bimînin, wê demê we aliyê zaliman hilbijartiye. Erka me hemûyan e ku em jiyanek dadmend, pêşkêşî nifşên nû bikin."