MGKP'ê piştgirî da Guler Yildiz

  • 11:11 2 Cotmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP'ê bertek nîşanî hedefnîşandayina Guler Yildiz a bernameya "Yeşil Pencere/Pencereya Kesk" pêşkeş dike û xelata "Nûçegîhantiya Televizyona Navneteweyî" girtiye, da. MKGP'ê got:"Em ê bi nîşandayina rastiyê bersivê bidin her cureyên êrişan."
 
Ji bo bernemaya "Yeşil Pencere/Pencereya Kesk" ya Guler Yildiz pêşkeş dike û di heman demê de amade dike û di JIN TV'yê de tê weşandin Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê (TMMOBP) di çarçoveya "Xelata Çapemeniyê ya Emre Madran a di Qada Parastinê de" Guler Yildiz di beşa "Nûçegîhantiya Televizyona Navneteweyî"de xelat kir. Li ser vê yekê Guler Yildiz ji aliyê hinek kesan ve hat lînckirin. Têkildarî mijarê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) daxuyaniya nivîskî da û li dijî lînckirina Guler Yildiz bertek nîşan da. 
 
'Rojnameger tên binçavkirin û girtin'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin rojnameger tên binçavkirin û girtin û wiha hat gotin:"Li Tirkiyeya ku rojnamegeriya bêalî wekî sûc tê dîtin rojnamegerên rast ên heqîqetê di bin her şerdên dijwar de derdixin pêş ji aliyê îktidarê û derdora nêzî îktidarê ve wekî hêmana gefxwarinê tên dîtin. Bi vê yekê girêdayî bi buxtan, reşkirin, binçavkirin û girtinê rû bi rû tên hiştin."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Hempîşeya me rastiyên têkildarî pêşkêşkirina xwezayê ya bi xesp, talanê ya ji şîrketan re, her wiha rastiyên têkildarî xwezaya me ya piştî operasyonên leşkerî tê talankirin, bi raya giştî re parve dike. Îktidar û hevkarên wê polîtikayên qirkirin, talan, bişaftin ên li dijî civakê, zarokan, jin û xwazeyê dixe meriyetê. Divê îktidar û derdora wê yê vê yekê dikin jî hebûna pênûsên wêrek ên li dijî kiryarên wan disekinin jî paşçav neke. Hibra pênûsa me, gotina me wêrektî û heqîqet in.
 
'Em ê tu carî li paş nesekinin'
 
Em wekî jinên rojnameger polîtikayên lîncê yên li dijî Guler Yildiz û Odeya Avahîsazan şermezar dikin û em dîsa nû dikin ku em ê di bin her şerd û mercî de rastiyan îfade bikin û em ê tu carî li paş nesekinin."