Ji Ciwana ya RJAK'î ev 57 roj in agahî nayê girtin, PDK bêdeng e

  • 10:22 2 Cotmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ev 57 roj in agahî ji endama RJAK'ê Ciwana Ebdulqadir a ji aliyê KDP'ê ve hat girtin, nayê girtin. PDK têkildarî mijarê hîn bêdengiya xwe diparêze. 
 
Bi biryara dadgehê û bi kefalet ji 3 endam û rêveberên jin ên RJAK'ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin, 2 ji wan piştî 33 rojan hatibûn berdan. Lê ev 57 roj in endamek RJAK'ê di destên PDK'ê de ye û aqûbeta wê nayê zanîn.
 
Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3'yê Tebaxa 2014'an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK'ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK'ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên PDK'ê ve li seytereya Kelekê hatin revandin.
 
Endam û Rêveberên RJAK'ê 5'ê Tebaxê li seytereya Kelekê ya Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDK'ê ve tên revandin. Ji dema ku hatine binçavkirin heya niha agahî ji endama meclîsa RJAK'ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen ne dihate girtin.
 
Piştî 33 rojan di 6'ê îlona 2021'ê de bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêveberên RJAK'ê Xewle Mihemed û Seyran Ehmed hatin berdan.
 
Lê endama din a RJAK'ê Ciwana Ebdulqadir hîn jî nehatiye berdan û aqûbeta wê nayê zanîn. Ev 57 roj in Ciwana Ebdulbaqî ji aliyê çekdarên PDK'ê ve hatiye revandin.