'Heta em vegerin Efrînê em ê nesekinin'

  • 09:01 2 Cotmeh 2021
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
ŞEHBA - Jinên li gundewarên Şêrewayê dijîn bal kişandin ser topbarana dewleta tirk a li ser axa wan û wiha gotin:''Dewleta tirk û çeteyên wê rojane bi obîs û hewanan êrîşî gundên Şêrawayê dikin. Di encamê de gundiyên li gundewarên Şêrawayê jiyana xwe ji dest didin. Dewleta tirk niha jî dixwaze gundên Şerewayê vala bike. Lê belê em ê li berxwe bidin û heta em vegerin Efrînê em ê nesekinin."
 
Piştî Efrîn ket bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê şûnde şêniyên Efrînê li gundên mîna Aqîbê, Ziyaretê û Soxanekê yên Navçeya Şêrewayê bi cih bûn. Şêniyên di bin topebarana dewleta tirk de têkoşîna jiyanê didin axivîn. 
 
'Em dixwazin mafê me hebe'
 
Fatima Elî ya ji gundê Kîmarê ye û niha li gundê Aqibê dijî bal kişand ser êrîşên navçeya Şêrewayê û wiha got:"Dewleta tirk a dagirker û çeteyên ev bû nêzî 4 sal in Efrîn dagir kirine. Niha jî rojane gundê Şêrawayê topbaran dikin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîna me dagir kirin têrê nake niha jî dixwazin me ji Efrînê dûr bixe. Çeteyên dewleta tirk her roj mal û milkê sîvîlan talan dikin. Dewleta tirk a dagirker her tîm sîvîlan hedef digire daku welatiyê Navçeya Şêrewayê ji gund û xaka wan derxîne. Em weke gelê kurd dixwazin mafekî me weke dewletan li cîhanê hebe." 
 
'Heta em vegerin Efrînê em ê nesekinin'
 
Fatimayê bi lêv kir ku her dewletek li gor xwe lîstikan li ser gelê kurd çêdikin û wiha pê de çû:"Dewletên mezin ên weke Rûsya û Emerîqayê piştigiriyê didin van êrişana. Ne tenê çete ne. Her dewletek li gor xwe lîstikan li ser gelê kurd çêdikin. Dewleta tirk bi tena xwe wê topbaranê nake. Em ji moşek û topê wan natirsin. Em ê heta dawiyê berxwedana xwe bikin. Ger 100 salê din jî derbas bibe em ê heqê xwe bigirin. Dewleta dagirker û yên piştgiriya wê dikin neheq in. Heta em heqê xwe bigirin û heta em vegerin Efrînê em ê nesekinin."
 
'Her tirsa hewan û topbaranê bi zarokên me re heye'
 
Sîhem Memo ya ji gundê Soxanekê yê Navçeya Şêrawayê ye jî wiha got:"Ev salek e em hatine li gundê xwe dijîn. Niha rojane gundê me topbaran dikin. Her roj em dema radibin em di destpêkê de hesabê xwe yê topbaranê dikin. Êdî êrîş ji me re bûye parçeyekî jiyanê. Dema ku topbarana dewleta tirk a dagirker bi ser me ve tê em hîs dikin ku em ê jiyana xwe ji dest bidin. Ev bû du meh êrîşî gundê Şêrawayê dike. Em weke gelê kurd dixwazim mafekî me li dinyayê hebe. Dewleta tirk a dagirker mal û milkên me şewitand. Zarokên me her tim di bin zexta ku 'niha wê êrîşî me' bikin de dijîn."