56 roj in ji endama RJAK’ê agahî nayê girtin

  • 16:25 1 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 56 roj in ji endama RJAK’ê ya ku di destê PDK’ê de ye û aqûbeta wê nayê zanîn.
 
Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve li seytereya Kelekê hatin revandin.
 
Piştî 33 rojan bi biryara kefaletê dadgehê endam û rêveberên RJAK Cewle Mihemed û Seyran Ehmed serbest berda. 
 
Lê endama din a RJAK’ê Ciwana Ebdulqadir hîn jî nehatiye berdan û 56 roj in aqûbeta wê nayê zanîn.