Derbarê binpêkirinên mafên girtiyan de panel tê lidarxistin

  • 16:11 1 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - MED TUHAD-FED û OHD wê sibê panelek li ser mijara binpêkirinên mafên girtiyan û rewşa daraz û cezakirinê li dar bixin. 
 
Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) dê sibê bi sernavê “Wek Dewletek Cezayê li Tirkiyeyê Girtîgeh” panelek li dar bixin. Panel wê li Otêla Mîttanî ya li Amedê serê sibehê saet di 09.00’an de dest pê bike û saet di 16.00’an de bi dawî bibe. 
 
 Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya dê moderatoriya panelê bike. Parêzer Rengîn Ergul wê mijara “Qanûna Înfazê û Mafê Hêviyê”, Prof. Dr. Umît Bîçer wê mijara “Girtiyên Nexweş û Rejîma Edaletê”, parêzer Cengîz Yureklî dê mijara “Muebeta Girankirî û Rejîma Înfazê”, Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu jî wê mijara “Polîtîkayên Girtîgehan ên Dewletê û Binpêkirin” pêşkêş bikin.