Ji DÎB'ê peyama 'Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir'

  • 15:57 1 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Têkildarî “Deklarasyona Banga Demokrasî, Edaletê û Aştiyê” ya HDP'ê, Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê, daxuyaniyek da û got: "Divê hemû beşên civakî di çareseriya pirsgirêka kurd de cih bigirin. Em perspektîfa têkoşîna demokratîk a ku HDP wekî pêngaveke girîng dibînin. ”
  
Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), têkildarî “Deklarasyona Banga Demokrasî, Edaletê û Aştiyê” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 27’ê îlonê de aşkere kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand. DÎB’ê destnîşan kir ku bi awayekî lezgînî li Tirkiyeyê pêwîstî bi guhertin û veguhertinên demokratîk heye. 
 
DÎB’ê diyar kir ku deklarasyon çareseriyeke berfireh pêşkêş dike û got: “Belgeya helwestê ya ji aliyê HDP'ê ve hat ragihandin, bersiva desthilatdariyê ku dixwaze muxalefetê tengav bike da û siyasetê rehet kir.” DÎB’ê, da zanîn ku pirsgirêka kurd bi naskirina demokrasiya herêmî, hemwelatiya wekhev, maf û azadiyên gerdûnî çareser dibe û wiha got: “Divê hemû beşên civakî di çareseriya pirsgirêka kurd de cih bigirin. Em perspektîfa têkoşîna demokratîk a ku HDP di daxuyaniya xwe ya helwestê de vegotiye, wekî pêngavek girîng a ji bo beşdariya rasterast a gelan, û yekîtiya hêzan dibînin.”