Nobeta Edaletê di roja 207'an de berdewam e

  • 12:35 1 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku nobeta xwe ya edaletê dewam dikin, bang li Meclîs kirin û gotin: “Em dixwazin bêedaletî demildest bi dawî bibe.
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 207’emîn de, dewam dike. Malbatê di nobetê diyar kir ku ew 207 roj in li benda lêpirsîneke bi bandor û darizandineke adîlane ne. 
 
Malbatê di berdewamiyê de  got: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirov hatin qetilkirin. 3 sal û 3 meh di ser komkujiyê re derbas bûn. Ligel vê jî dozgerên hîna doz venekirine, bii vî awayî dibin hevkarê vê komkujî û vî sûcî. Têkoşîna me êdî ji takekesî derketiye. Li welat her kes piştgiriyê dide têkoşîna me. Îro meclîs vebû. Hemû partiyên siyasî vê doza me ya mafdar dişopînin. Divê di meclîsê de, yek ji mijarên sereke yên bibin rojev ev doza me be. Em ê heta dawiyê têbikoşina xwe bidomînin.” 
 
Bangî meclisê hat kirin
 
Mlbatê vekirina meclisê ya îro bi bîr xist û got: “2 daxwazên me hene. A yekê em dixwazin girtiyê me serbest were berdan. A duyan jî, em naxwazin li ser sûcê li nexweşxanê hat kirin, bê girtin. Ji ber vê em bang li parlamenterên di Meclîsê de dikin. Em dixwazin ev neheqiya li ber Edliyeya Rihayê di zûtirîn demê de were bidawîkirin.”