ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 1 Cotmeh 2021
  • Rojev
*Qeyrana aboriyê li Tirkiyeyê kûr dibe û bandora xwe herî bêtir jî li ser jinê dike. Jinên karker ên ku li ser erd dixebitin û di bin bandora qeyrana aboriyê ya neyînî de dimînin wiha gotin:"Qeyrana aboriyê pişta me şikand. Ji bo em debara xwe bikin em karên zehmet dikin, lê belê hîna jî em nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane jî bînin cih. Ji vê rewşa me jî sîstema niha berpirsyar e. Ji ber polîtîkayên sîstemê yên şaş gel birçî dimîne. Pêwîst e demildest jî di aliyê çareseriyê de gavên girîng bên avêtin." DÎMEN HEYE
 
*"Dema ku çanda Rojhilata Navîn tê nirxandin, nirxandina civaka sivîl wek kabîle û klanên dema nû nirxandin,  dive di nav kevneşopiyên olî de nîşandan, klan, kabîle, mezheb, tarîkat û olan bê parastin. Hewce bike bi van mîrateyan re bikin yek hewce bike xwe rêxistin bikin. Ger wisa be serkeftin esase." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Jinan deklerasyona ‘Ji bo aştî û demokrasiyê bang’ nirxandin û diyar kirin ku çareserî ji nexşerêya demokratîk derbas dibe û divê muxalefet di vê mijarê de wêrek tev bigere û projeyek xurt dane holê.
 
*Jinên derbarê krîza aborî de axivîn wiha gotin: “Desthilatdarî bila zema kiriye şûnde bikşîne, êdî bes e. Bila rewşa me bibînin. Em bi vê zemê nikarin jiyana xwe bidomînin. Em welatiyên vî welatîne.” BI DÎMEN