Şebnem Korûr Fîncanci: Ji bo nirxên mirovahiyê em têdikoşin

  • 14:39 30 Îlon 2021
  • Rojane
STENBOL - Seroka Konseya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber Gerînendetiya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê kiriye tê darizandin, got ji bo nirxên mirovahiyê em têdikoşin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. 
 
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHF), beriya danişîna Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Fîncanci û Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Ondoglû ku ji ber Gerînendetiya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê tên darizandin, li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî da. Şebnem û Erol jî di nav de nûnerên gelek rêxistin û tevgerên sivîl û siyasî tevlî daxuyaniyê bûn. Şebnemê, di daxuyaniyê de axivîn. 
 
Şebnemê, diyar kir ku darizandina ku tê kirin tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye û wiha got: "Ji bo nirxên mirovahiyê em têdikoşin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. Li vî welatî şewitandin, bombekirin, qetilkirina xebatkarên Ozgur Gundemê nayê lêpirsînkirin lê cihgirtina li cem wan dibe mijara lêpirsînê. Heta bû sedama girtinê. Sûcê ku angaşt dikin me kiriye 'Sûcê piştevaniyê' ye. Vîna me ya ku em vê têkoşînê bidomînin heye. Heta ku li vê xakê gotin azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."