Li Îskenderûnê jinek û du zarokên wê mirî hatin dîtin
- 11:15 30 Îlon 2021
- Rojane
HATAY - Li Îskenderûnê Aynur Mert û du zarokên wê bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin.
Li taxa Denîzciler a navçeya Îskenderûna Hatayê kesî agahî ji Aynur Mert û zarokên wê Aleyna û Ahmet Alî wernedigirt. Cîran û xizmên wan agahî bi polîsan gihandin. Polîs hatin cihê bûyerê û ketin malê. Li malê cenazeyê dayik û du zarokan dîtin. Hat gotin ku ji ber madeyekê jehrî bûne û jiyana xwe ji dest dane. Piştî lêkolîna dozger, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê.
Dê sedema mirina Aynurê û du zarokên wê piştî otopsiyê diyar bibe.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.