Jinan bertek nîşanî DEDAŞ'ê dan: Dizê herî mezin ew in

  • 10:48 30 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Jinên bertek nîşanî DEDAŞ'ê ya ku dixwaze sayacên ceyranê derxe ser dîrekan dan wiha gotin:"Em vê yekê teqez qebûl nakin. Heta ceyrana me bê jî em ê li kolanan bin."
 
DEDAŞ'ê bi îdiaya pêşîgirtina ceyrana qaçax li hinek navçe û bajaran xwest sayacên ceyranê derxe ser dîrekê ceyranê. Li kuçeyên Konak û Mescitê welatiyan bertek nîşanî DEDAŞ'ê ya ku dixwaze sayacên ceyranê derxe ser dîrekan dan. Welatiyên li kuçeyan çalakî li dar xistin li ser gotina keya ya dê bi emniyetê re hevdîtin bê kirin dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Piştî hevdîtinên li keyanî û qeymeqamtiyê mudurê emniyetê diyar kir ku ji ber bikaranîna ceyrana qaçax zêde ye loma dê DEDAŞ'ê sayaca derxe ser dîrekan. Li ser vê yekê welatiyan daxwazname dan û dê li ser vê yekê dozê vekin. 
 
'Heta ceyrana bê em ê li kuçeyan bin'
 
Muazzezê ya li wê kuçeyê dijî û nexwest paşnavê xwe bide wiha got:"Bila sayacan dernexin ser dîrekan. Kesên rewşa wan a aboriyê ne baş e wê çawa heqê vê bidin? Ceyrana me birîn û em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Heta ceyrana me bê em ê li kuçeyê bin. Zarokên me ji ber ceyran tune ye nikarin pêdiviyên xwe bînin cih, nikarin biçin dibistanê. Zarokên nexweş hene û ji ber ceyran tune ye nikarin cîhazên xwe bi kar bînin."
 
'Em ê çalakiya xwe bidomînin'
 
Yasemînê diyar kir ku ev hefteyeke ceyran diçe û ji ber ceyran tune ye zarokê wê yê astengdr nikare cîhaza xwe bi kar bîne û wiha got:"Zarokên me yên diçin dibistanê jî nikarin sipartekên xwe çêbikin. Li herêmên din sayacan nabin ser dîrekan. Çima tenê li herêmên kurdan wiha dikin? Divê li dijî vêya her kes rabe ser piyan. Bila sepandinên cuda li ser herêmên kurdan bi kar neynin. Heta ceyrana me bê em ê bi zarokên xwe yên xwendekar û nexweş çalakiya xwe bidomînin. Em ê dev jê bernedin."
 
'Dizê herî mezin ew in' 
 
Mevlide Ezel da zanîn ev 30 sal in ew li wê kuçeyê dijîn û heta niha sepandineke bi vî rengî çênebûye û ew ê vê sepandinê qebûl nekin. Mevlideyê wiha domand:"Dema sayacan deynin ser dîrekan welatî faturayên dê were nikarin bidin. Kar tune ye, pere tune ye, ger ne ji vê ba me yê bikariba fatureyên xwe bidan lê belê pereyê me tune ye. Gelê li vir çiqasî ceyranê bi kar bîne jî ne bi qansî sanayiyekê ye. Gelo dewlet fatureya sanayiyê dide gelo? Hêza wan têra xwediyên fabrikeyan nake loma berê xwe didin gel. Navê me kirin qaçaxçî û diz. Lê belê dizê herî mezin ew in."
 
'Em dixwazin sayacên me di hundurê mala me de bin'
 
Sultan Kuzum jî da zanîn ew dixwazin sayacên wan di hundur mala wan de bin û wiha got:"Ciwanên li Farqînê bê kar in. Bila berê ji vê yekê re çareyekê bibînin. Bila Farqîn rabe ser lingan û ev rewş bi dawî bibe. Em vê rewşê qebûl nakin. Dema sayacan bibin ser dîrekan dê li gor kêfa xwe fatureyan bibirin. Ew ê çiqas bê em nizanin. Gelê li vir nikare vê fatureyê bidin. Fabrika tune ye kar tune ye. Ka wê bigihêjin ku wê faturaya gaza xwezayî bidin, li zarokên xwe binêrin? Meaş tune ye, mirov perîşan bûne. Em dixwazin sayacên me di hundurê mala me de bin."
 
'Xwarina ji bo zivistanê me amade kir xera bû'
 
Meliha Kose da zanîn ew van sepandinan qebûl nakin û wiha got:"Ev hefeteyeke ceyrana me tune ye. Ew dibêjin 'heta hûn nehêlin em sayacan bibin ser dîrekan em ceyranê nadin we'. Ji bo bêtir fatûrayê binivîsin dixwazin sayacan bibin ser dîrekan. Keya jî xwe daye aliyekî û nayê em hevdîtinê bikin. Ji ber ceyran tune ye xwarina me ji bo zivistanê amade kiriye jî xera dibe."