Ji bo Şahiya 'Dem dema azadiya jinê ye' bang:Çareserî têkoşîn e

  • 09:37 29 Îlon 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye” dê li navçeya Hezexê şahiyek li dar bixin. Hevşaredara Hezexê ya HDP'ê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden, bang li hemû jinên Botanê kir ku tevli şahiyê bibin û got ku li dijî şerê taybet çareserî têkoşîn e
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 2’yê cotmehê de li dijî hemû cureyên êrîşên wek tacîz, tecawiz, tiryak û fihûşê li ser civaka kurd bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya navçeya Hezexa Şirnexê dê şahî bê lidarxistin. Şahiya ku saet di navbera 15.00-18.00’an de dê bê lidarxistin, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û hûnermend Hediye Bayram dê tevlî bibin.
 
Hevşaredara Hezexê ya HDP’ê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden, têkildarî mijarê axivî û hemû jinên Botanê vexwendin şahiyê.
 
‘Em ê li her qadê berxwedana xwe bidomînin’
 
Songûl, anî ziman ku hemû polîtîqayên dijehlaqî ehlaqî li ser civaka kurd û axa Kurdistanê tên meşandin û got: “Bi salan e bi taybet li herêma me li ser tevahiya axa Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet di dewerê de ne. Her ku diçe bûyerên tacîz, tecawiz, komkûjiya jinan, întîxar, tiryak û ferzkirina fûhûşê gelek zêde bûne. Ev hemû polîtîqayên qirêj bi destên dewletê tên meşandin û encamên şerê taybet in. Hem di aliyê fîzîkî û hem jî di aliyê derûnî de êrîşî ciwanên me dikin. Li ciwanên me  polîtîqayên xwe yên dijehlaqî ferz dikin. Wekî her carê em dibêjin, em kurd in û em ê welatê xwe rêve bibin. Em ê di her qadê de berxwedana xwe bidomînin. Ji ber vê yekê ye ciwanên me ji bo ku têkoşînê dûr bixin hedef tên girtin.”
 
‘Ciwanên me pêşeroja me ne’
 
Songûl, destnîşan kir ku divê malbat zarokên xwe ji van polîtîqayên şerê qirêj dûr bigirin û wiha domand: “Carna ji ber malbatên me xwedî li zarokên xwe dernakevin. Di vir de tişta herî girîng dikeve ser milên malbata û divê ku piştgiriya zarokên xwe bikin, wan tenê nehêlin û  wan biparêzin. Divê malbat bibin mamosteyên zarokên xwe. Bila zarokên me nekevin van rêyên qirêj. Em û ciwanên xwe divê dest bidin destên hevdû û li dijî polîtîqayên şerê qirêj li berxwe bidin. Li ser axa Kurdan bi zanebûn ciwanên me hedef tên girtin. Bi van polîtîqayan dixwazin ciwanên me ji berxwedana wan dûr bixin. Ev jî parçeyek vî şerî ye û di warê derûnî de li ciwanên me ferz dikin. Ciwanên me pêşeroja me ne. Ciwanên me ronahiya rojê ne. Çawa ku pêdiviya me bi ronahiya rojê heye, bi heman awayî pêdiviya me bi ciwanên me jî heye. Ji bo ku pêşeroja me tarî bikin ciwanên me hedef digirin. Bi taybetî jî jinên ciwan. Ji ber ku polîtîqayên qirêj bi taybetî di ser jinan re di civakê de dikin dewerê û dimeşînin.”
 
‘Roj roja azadiya jinê ye’
 
Songûlê di dawiya axaftina xwe de got ew ê bi dirûşma “Dem Dema Azadiya Jinê ye” di 2’yê cotmehê de şahiyê  li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku bûyerên wek tiryak, fûhûş, tacîz û tecawizê bên bidawîkirin em vê şahiyê li dar dixin. Banga min ji hemû jinên Botanê û bi taybetî jinên ciwan re ev e; Werin em di 2’yê cotmehê de bi hev re dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku ev bûyer bi dawî bibin divê em dengê xwe bilind bikin. Roj roja azadiya jinê ye. Em jin li dijî van polîtîqayên qirêj bisekinin û heta azadî pêk were li ber xwe bidin. Em ê jin van polîtîqayên qirêj têk bibin. Bi hemû jin divê dest bidin destên hev û dawî li van polîtîqayan bînin. Bêdeng nemînin. Roj roja têkoşîn û yekitiyê ye.”