Li Farqînê welatiyan bertek nîşanî DEDAŞ'ê dan

  • 09:35 29 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Li Farqînê ji ber DEDAŞ'ê sayacên ceyranê derxistin ser dîrekan welatiyan bertek nîşan dan. Li ser vê yekê ceyrana welatiyan hat birîn. Ji bo şermezarkirina birîna ceyranê welatî derketin kolanan. 
 
Welatiyên li Kuçeya Konakê ya navçeya Farqînê ya Amedê bertek nîşanî DEDAŞ'ê ya sayacên ceyranê derxist ser dîrekan dan. Li ser vê yekê DEDAŞ'ê di saetên şev de ceyran birî. Welatiyên ku tevî bi rayedaran hevdîtin kirin û tu encam bi dest nexistin ji bo rewşê şermezar bikin derketin kolanan. Welatiyan bi derxistina dengê quşxane û taweyan rewş şermezar kirin. Her wiha dirûşmên "Ceyran mafê me ye em ê mafê xwe bigirin","Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. 
 
Rêveberên HDP'ê jî hatin taxê û piştgirî dan welatiyan. Çalakiyê heta dereng berdewam kir.