Encamnameya Komxebata Navneteweyî ya Avê hat aşkerakirin

  • 09:18 29 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat aşkerekirin û wiha hat gotin: "Dewleta Tirk qanûnên navnetweyî yên giştî, peyamên dualî û sêalî yên derbarê çemên Firat û Dicleyê de bin pê dike, avê wekî çeka şer bi kar tîne, bi vê yekê peymanên Cinêv ên sala 1949'an bin pê dike. Ji ber vê yekê divê gilînameyeke dozgerî li dijî wê were vekirin."
 
Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi pêşengiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê ve û hevkariya Zanîngeha Rojava û Navenda Firat a Lêkolînan hatibû organîzekirin bi xwendina encamnameyê bidawî bû.
 
Zêdetirî 300 kesayet û delege ji saziyên civaka sivîl, rêxistinên mirovî yên navneteweyî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, rêxistin û platformên hiqûqî û yên têkildarî ekolojiyê û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî komxebatê bibûn.
 
Di komxebatê de 5 mijarên sereke hatin nîqaşkirin; peyman û pîvanên navneteweyî yên têkildarî çem û çavkaniyên avê yên navneteweyî, bandorên siyasî, aborî û ekolojîk yên kêmbûna avê û karesatên ji ber xirabûna ewlehiya avê.
 
Komxebat bi encamnameyekê bidawî bû. Di Encamnameya komxebatê de cih ji van xisûsan re hat dayîn:
 
"*Şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk ên bikaranîna avê wek çekeke siyasî li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê û tevahî Sûriyê û Iraqê.
 
* Bi navê komxebatê û beşdarên wê, raporeke li ser binpêkirinên qanûnên navneteweyî û belgeyên têkildarî ava navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve, ji deste û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî re were şandin.
 
* Divê civaka navneteweyî fişarê li dewleta Tirk bike ku dev ji siyaset û binpêkirinên qanûnên ava navneteweyî ya hevbeş berde.
 
* Dewleta Tirk qanûnên navnetweyî yên giştî, peyamên dualî û sêalî yên derbarê çemên Firat û Dicleyê de bin pê dike, avê wekî çeka şer bi kar tîne, bi vê yekê peymanên Cinêv ên sala 1949'an bin pê dike. Ji ber vê yekê divê gilînameyeke dozgerî li dijî wê were vekirin.
 
* Divê encamên vê komxebatê bi rêxistinên civaka sivîl ên peywendîdar û civaka sivîl a li Sûriyê, Iraq û Tirkiyê re were parvekirin.
 
* Divê bang li civaka navneteweyî were kirin ku bi lez destwerdanê bike da ku erka xwe ya mirovî ya têkildarî bandorên qutkirina avê û bandorên wê li civak û kampên koçberan pêk bîne.
 
* Divê tevahî semîner û lêkolînên di komxebatê de hatine nîqaşkirin werin belgekirin.
 
-Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin da ku pirsgirêkên avê bi rêya diyalog û hevkariya bi aliyên têkildarî re mîna Iraq û Sûriyê, rêxistin û hêzên navneteweyî werin çareserkirin, ji ber ku mijara avê mijareke mirovî ye.
 
* Divê piştgiriya projeyên ku piştevaniya jêderên avê dikin, were kirin û jêderên mayînde jê re werin dabînkirin.
 
* Divê hevkarî bi rêxistinên mirovî û hiqûqî re were kirin ku piştevaniya madî û manewî werin wergirtin da ku li ser pirsgirêk û xeteriyên krîza avê ya li herêmên were sekinandin.
 
* Divê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin ku stratejî û siyasetên mayînde nexşe bike û sûdê ji lêkolînên ji navendên lêkolînan derdikevin wergire da ku bandorên krîza avê lê neke û li hember pirsgirêkên neyênî û karesatên jîngehê bisekine.
 
* Têkildarî bikaranîna avê divê bernameyeke cidî û pabend were danîn û di navbera Rêveberiya Xweser û navendên lêkolînan de were parvekirin.
 
* Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin navendên lêkolînên taybet bi ewlehiya avê ava bike.
 
* Divê stasyonên jinûve bikaranîna ava kanalîzasyonan werin avakirin.
 
* Divê rêbazên enerjiyên altarnetîf yên hewayî û tavê werin bikaranîn.
 
* Divê ji çemê Dicle were sûdgirtin û ava wê ber bi herêmên ku pirsgirêka avê lê hene ve were kişandin.
 
* Divê girîngî ji bo parastina ava diherike were kişandin û ji hêla desteyên rêveberiyên herêmê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin şopandin, bername û siyasetên şêwirê, ji ferd, kom, şîrket û saziyên pabendî mîsaqên paqijkirina ava hawizên çeman nabin werin danîn, her wiha li gorî ava binerdê re jî were danîn.
 
* Divê xebat li ser avakirina lêkolîneke giştî û kûr ji çavkaniyên mirovî û aborî û çavkaniyên avê li herêmê re were kirin û li gorî xwestek û geşkirinan were bikaranîn. Divê raporeke giştî ya vê komxebatê li ser çareserî û pêşniyarên beşdaran were rakirin, da ku parastina jêderên avê were kirin, jêderên avê yên nû werin dabînkirin û ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pêşkêşkirin da ku li ser wê bixebite û lêkolîn bike û pêk bîne û ji hêla komîteya şopandinê ve were şopandin.
 
* Divê komîteyek were avakirin, erka wê biryarên ku wê di komxebatê de hatiye dayîn pêk bîne.
 
* Divê bang li Rêveberiya Xweser were kirin ku komîteya dîplomasî ya taybet bi karûbarên avê ava bike."