Begum Bîlgîler: Ji bo girtiyên tenê dimînin şertên tecrîdê ava dibe

  • 09:08 29 Îlon 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Girtiyên ku tevî rapora nexweşxaneyê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’, bi raporên ATK’ê yên ‘dikarin girtî bimînin’ nayên berdan, rewşa wan giran e. Têkildarî mijarê Nûnera Qada Tenduristiya Girtîgehê ya CÎSST'ê Begum Bîlgîler wiha got: “Lêkolîneke ku mafê kes li ber çavan digire nayê kirin. Biryarên lez tên girtin. Girtî rastî pêkanînên dijmirovahî tên.”
 
Li girtîgehên Tirkiye û herêmê rewşa girtiyan her diçe giran dibe, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi vîrusê re zêde bûn. Hejmara girtiyên nexweş ku ji ber nayên dermankirin û nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê, roj bi roj zêde dibe. Li aliyê din girtî di bin tecrîda giran de dimînin.
 
14 girtiyî jiyana xwe ji dest da
 
Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’î li Tirkiyeyê 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Dîsa li gorî raporê di 2020’î de 27 girtîyî jiyana xwe ji dest daye û îsal jî ji serê salê de 14 girtî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber alîgirbûna Saziya Tipa Edlî (ATK) girtiyên nexweş nayên tehliyekirin. Ne tenê rapora ATK’ê, ATK rapora ‘nikare girtî bimîne’ bide jî ji ber prosedura emniyetê bi hinceta xetereyê ava dike nayên berdan.
 Nûnera Qada Tenduristiyê ya Girtîgehê ya Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST) Begum Bîlgîler, der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Em bersiva serlêdanan nagirin’
 
Begumê diyar kir ku tenê Midûriyeta Giştî ya Ceza û Tevkîf û Wezareta Dadê xwedî daneyên berfireh û raporên ATK’ê yên girtiyên nexweş in û wiha dirêjî dayê: “Di bin banê CÎSST û saziyên civaka sivîl de agahiyên zelal tune ne. Ji bo em fêm bikin ku li Tirkiyeyê çend girtiyên nexweş hene, çend heb giran in, çend kesan ji bo taloqkirina înfazê serî li ATK’ê daye, me serlêdan kir lê me bersiva vê negirt. Dane û îstatîstîk nayên parvekirin. Ji ber vê jî dayîna agahiyên der barê girtiyan de zêde ne rast in.”
 
‘Lêkolîneke ku mafê jiyanê li ber çavan digire nayê kirin’
 
Begumê di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê ji aliyê xebatkarên tenduristiyê yên serbixwe ve biryara derbarê tenduristiya girtiyan de bê dayîn û got: “Li dijî rapora nexweşxaneyê ATK rapora dikare bimîne dide. Li gorî agahiyên em ji malbat û parêzeran digirin ATK tevî rapora nexweşxaneyê, rapora dikare bimîne dide. Lêkolîneke ku mafê girtiyan li ber çavan bê girtin nayê kirin.”
 
‘Derfetê dermankirinê tê rakirin’
 
Begumê mînaka girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ku ji 1996’an heta niha girtiye û 83 salî ye da û wiha pê de çû: “Di demên dawî de raporê ku ATK’ê dane girtiyê nexweş ê giran ê di çapemeniyê de pir tê nîşandan Mehmet Emîn Ozkan mînakek e. Mehmet Emîn gelek nexweşiyên wî hene, nikare tenê jiyana xwe bidomîne, rewşa wî krîtîk e. Girtîgeh ji bo wî ne baş e. Lê dîsa jî ji ATK’ê biryarek erênî derneket. Girtiyên ku ji taloqkirina Înfazê nikarin raporê bigirin rewşa wan pir giran dibe û piştre radikin nexweşxaneyê. Ji ATK’ê biryara taloqkirina ceza dertê. Lê mixabin gelek girtiyên ku piştî vê raporê jiyana xwe ji dest didin hene. Ev jî nîşan dide ku piştî derfetên dermankirinê tên rakirin, şûnde veger jî tune ye.”
 
‘Me der barê pirsgirêkên 224 girtîyî de nivîsand’
 
Begumê daxuyakirin ku wek CÎSST'ê ji her derê Tirkiyeyê ji girtiyan nameyan digirin û hewcedariyên girtiyên rewşa wan giran li ber çavan digirin û got: “Ji ser gelek pirsgirêkên cuda em serlêdanan digirin. Di demên dawî de ji ser pandemiyê serlêdan zêde bûne. Me di vê mijarê de rapor amade kirin. Li hemû girtîgehan xwegîhandina tenduristiyê bi pirsgirêk e. Me bi 224 girtî re têkilî danî. Em dikarin bêjin ku li gelek girtîgehan pirsgirêkên cidî yên xwegîhandina tenduristiyê tên jiyîn.”
 
Ji 143 girtîgehî serlêdan
 
Begumê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji ser nameyên hatine komeleyê daneyên hejmarî yên der barê binpêkirina maf de kirine rapor û rapor bi daneyên mehane û salane li ser malperên înternetê parve kirine û wiha dirêjî dayê: “Me bi giştî ji 143 girtîgehên cuda serlêdan girtine. Bi taybet piştî pandemiyê prisgirêkên hatine jiyîn cih digirin. Dermankirina girtiyan tê astengkirin. Girtiyên tên sewqkirin 15 rojan di karantînayê de dimînin. Girtiyên tenê dimînin jî di şertên tecrîdê de dimînin. Pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê, dijmirovahî pêk tên. Girtî di wesayîtên rîngê de tên sekinandin. Ji rewşa tenduristiya girtiyan dewlet berpirs e. Ji ber di bin berpirsiyariya wan de ye.”