Hunermendên kurd: Destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê bikişînin

  • 09:03 29 Îlon 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jinên hunermend ên kurd li dijî êrişên li ser Mexmûr, Şengal û qadên Parastina Medyayê pêk tên bi yek dengî bang kirin û gotin destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê bikişînin. Her wiha jinan bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û wiha gotin:"Pêwîst e kurd bi yekîtiya xwe van êrişana vala derxin."
 
Êrişên li dijî Şengal, Mexmûr, tevahiya Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê didomin û bi van êrişana tê xwestin îradeya gelê kurd têk biçe. Hunermendên kurd li dijî êrişên dewleta tirk ên li dijî Şengal, Mexmûr,  qadên Parastina Medyayê û tevahiya Başûrê Kurdistanê bertekên xwe nîşan dan û gotin:"Berjewendiyên şexsî, serhişkiyên îdeolojîk divê ji bo yekîtiyê nebin asteng. Dibe em ji hev cuda bin. Dibe em wek hev nefikirin û carna li hev nekin. Lê ev ne sedem e ku em nefretê ji hevdu bikin. Divê hunermend jî ji gel re bibin mînak û rêya aştî û yekîtiyê li ber gel bixe û bibin zimanê aştiyê." 
 
'Destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê bikişînin'
 
Hunermend Hêja Netirk di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li dijî Şengalê pêk tên û got civaka Êzidî li hemberî hemû êrişan çanda gelê kurd parastiye û pêwîst e hemû gelê kurd li kurdên êzidî xwedî derkeve. Hêjayê wiha berdewam kir:"Niha li herêma Federe ya Kurdistanê gavên li dijî yekîtiyê tên avêtin. Lê belê gotina 'Dijminê bav û kalan nabin dostên lawan' ya pêşiyan heye. Divê em vê yekê ji bîr nekin. Tirkiye jî hebûna xwe li ser dijminatiya ermenî, yewnan û kurdan afirandiye. Ji bo em li dijî vê ferasetê xwedî bi hêz bin û di qada navneteweyî de bibin xwedî statuyekê, pêwîst e em hewil bidin. Serkeftinên li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê me bi dest xistine pir bi nirx in. Lewra ew niha jî di bin gefên mezin de ne. Bila destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê bikişînin. Pêwîst e ji bo parastina van destkeftiyên xwe em gavên girîng biavêjin. Bi taybetî jî di aliyê aboriyê de pêwîst e em xwe pêş bixin. Ango axa me dewlemend e, em dikarin biafirîn. Divê em bi awayekî aqilane çavkaniyên xwe ji bo xwe û gelê xwe bi kar bînin. Em dikarin mihtacê dewletên din, her wiha dewleta tirk nebin. Ger em di hêla aborî û civakî de pirsgirêkên xwe çareser bikin, em ê mihtacê kesî nemînin û wê demê em ê bikaribin bi serbilindî jî axa xwe biparêzin."
 
'Yên li dijî yekîtiyê derdikevin şermezar dikim'
 
Hêjayê da zanîn parastina axa Başûrê Kurdistanê berpirsiyariya hemû gelê kurd e û wiha got:"Parastina Êzîdiyan, Şengal û Laleşê berpirsiyariyeke dîrokî ye. Ew nikare bibin qurbanê siyaseta rojane. Her wiha ji bo ambargoya Mexmûrê jî ez gelekî xemgîn im. Carna dibihîzim tê gotin 'hebûna PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê rê li ber êrişên Tirkiyeyê vedike'. Ev derew e. Ev cahiltî ye. Ev nenaskirina dijminê xwe ye. Tirkiye ji bo êrişî axa kurdan bike wê her tim li hincetan bigere. Ne Mexmûr be wê tiştekî din be. Dema referandûmê tu eleqeya PKK'ê bi referandûmê tune bû lê dîsa jî Tirkiye bi tundî li dijî referandûmê sekinî. Pirsgirêka Tirkiyeyê ne tenê bi  PKK'ê re heye. Bi hemû hêzên kurd, bi hemû saziyên kurd, bi hemû partiyên kurdan re heye. Niha jî ji bo rê li ber yekîtiya me bigire bi derewan xwe dike hevalê partiyekê. Divê em êdî neyên xapandin. Sal bûye 2021, dîrok û arşîv li holê ne. Mexmûr jî wek Şengalê rûmeta me ye. Parastina kesên penaber a bi rêya zagonên navneteweyî mecbûriyetek e. Ez hemî hêlên ji bo yekîtiya kurdan kar dikin silav dikim û yên li dijî yekîtiyê derdikevin jî şermezar dikim."
 
'Divê hunermend bibin zimanê aştiyê'
 
Hêjayê da zanîn ku divê hunermend bibin zimanê aştiyê û wiha pê de çû:"Berjewendiyên şexsî, serhişkiyên îdeolojîk divê ji bo yekîtiyê nebin asteng. Dibe em ji hev cuda bin. Dibe em wek hev nefikirin û carna li hev nekin. Lê ev ne sedem e ku em nefretê ji hevdu bikin. Divê hunermend jî ji gel re bibin mînak û rêya aştî û yekîtiyê li ber gel bixe û bibin zimanê aştiyê." 
 
'Tirkiye Başûrê Kurdistanê bi kar tîne'
 
Hunermend Nuarîn jî da zanîn divê kurd bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin û wiha dewam kir:"Her tim êrişên hovane li gelê kurd tên kirin. Gerîla bi berxwedana xwe ji van êrişan re her tim bû bersiv. Îro jî ji me re dibe hêz û ji dijmin re jî dibe bersiveke xurt. Ev serkerftinên mezin in. Pêwîst e ji bo van destkeftiyan jî em têkoşîna xwe mezintir bikin. Em di nava rojên girîng de ne. Pêwîst e gelê kurd van rojana gelekî baş binirxîne. Em banga yekîtiyê dikin. Bi taybetî jî dewleta tirk bi lîstokên xwe yên qirêj hewil dide ku Başûrê Kurdistanê bi kar bîne. Divê kurdên me yên Başûr nebin şirîkê vê qirêjiyê. Ger îro dora Şengal û Mexmûrê be wê sibehê dora Hewlêrê be."
 
'Pêwîst e her kurd berpirsyariyê bigire ser xwe'
 
Nuarînê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd e û wiha got:"Heta ku em azadiya Birêz Abdullah Ocalan nebînin ne pêkan e ku em azadiya xwe jî bibînin. Niha pêwîst e mijara sereke jî ev be. Îro her çiqasî êrişek li ser kurdan were kirin jî berxwedanek mezin û pîroz jî tê dayîn. Ji bo em têkoşîna gerîla pêş ve bibin jî pêwîst e em bibin yek. Ev bar ne tenê li ser milê gerîla û zindanan e. Ev bar li ser milê me tevan e. Pêwîst e her kurd vê berpirsyariyê bigire ser xwe. Divê xwe tevlî xebatan bikin û li dijî bindestiyê û êrişan bibin bersiv."
 
'Bi azadiya Abdullah Ocalan re, azadiya me pêkan e'
 
Şanoger Saniye Tunç tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bîr anî û got di kesayeta Abdullah Ocalan de li ser gelê kurd êriş û tecrîdek giran tê meşandin. Saniyeyê diyar kir ku pêwîst e gelê kurd li dijî hemû êrişana bibe yek û wiha dewam kir:"Birêz Abdullah Ocalan vîna gelekî ye. Ango tecrîtkirina wî tecrîdkirina gelê kurd e, tecrîdkirina ziman û çanda me ye. Niha êrişên li ser qadên Parastina Medyayê, êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê jî bi tecrîdê ve girêdayî ne. Divê em hemûyan bi hev re bigirin dest. Heta ku em  azadiya Birêz Abdullah Ocalan nebînin, em nikarin azadiya xwe jî bibînin û em nikarin pêşî li van êrişana jî bigirin. Ji ber wê sedemê em weke hunermend bang dikin û dibêjin pêwîst e gelê kurd bibe yek dil û li dijî tecrîdê û rehîngirtina rêbertî serî rakin. Weke kurd tiştekî em winda bikin tune ye. Zimanê me tê bişaftin, rengê me, çanda me her tiştê me qedexe ye. Ji xeynî vê tiştekî din maye ku em wenda bikin? Mirin ji her zindiyekî re heye lê mirina bi şeklekî azad girîng e. Bila em li benda celadên xwe nemînin. Bila îro mirin jî, celad jî ji me bitirsin. Ez dubare bang rewşenbîr, hunermend û li her kurdekî dikim ku li dijî tecrîdê rabin."
 
'Em ê bi yekîtiya xwe bersivê bidin êrişan'
 
Hunermend Binefş jî da zanîn dem dema yekîtiya gelê kurd e û wiha domand:"Dîroka kurdan mixabin her tim bi xwîn e. Dijminên wan timî bi hovane êriş dikin. Li Başûr, li Bakur, li Rojava û Rohilat em ji komkujiyên mezin hatine derbaskirin. Li dijî kurdan çekên qedexe yên kîmyewî jî bi kar anîn. Hebûna me ewqas wan diêşîne. Bi taybetî di demên dawî de li dijî kurdên mecbûrî penaberiyê hatin hiştin û li Mexmûrê bi cih bûn û Êzidiyên ji 74 fermanan hatine derbaskirin êrişek tê meşandin. Hemû cîhan jî vê yekê dibîne û bêdeng dimîne. Em dibin şahid lê belê em kurd encax alîkariya hevdu bikin û bi hev bigirin. Ji ber wê sedemê jî niha dema yekbûnê ye. Divê hemû gelê kurd  û partiyên siyasî yên kurdan di bin berjewendiyên gelê kurd de gavên yekîtiyê biavêjin. Em ê bi yekîtiya xwe bersivê bidin êrişan. Ez bang li hukumeta Başûr dikim ku nebe şirîkê vî gunehî û bi Tirkiyeyê re nebe yek."