Li Dêrazorê mayin teqiya: 2 zarokana jiyana xwe ji dest dan

  • 08:47 29 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Gundê Behrayê yê Dêrazorê bi teqîna mayinê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û zarok jî birîndar bûn. 
 
Li Gundê Dêrazorê yê bi navê Behrayê mayinên ku berê DAÎŞ'ê bi cih kiribûn teqiyan. Di encama teqînê de ji 4 zarokan 2 jê birîndar bûn 2'yan jê jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Zarokên jiyana xwe ji dest dan navên wan wiha ne: Şihab El Hemed (3) û Nazil El Hemed (2).
 
Emel Îsmail El Zewab û Meşan El Hemed jî birîndar bûn. 
 
Zarokên birîndar li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.