Panela 'Piştî fermana 73’yemîn heqîqeta jinên êzidî' hat lidarxistin

  • 08:47 29 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Panela bi navê “Piştî fermana 73’yemîn heqîqeta jinên êzidî” hat lidarxistin. Jinan destnîşan kirin ku civaka êzidî piştî fermana 3’yê Tebaxê xwe ji nûve afirandin û diyar kirin ku civaka êzidî bi rêxistinkirina xwe esas digirin.
 
Li ser bernameya Zoom’ê panela bi navê “Piştî fermana 73’yemîn heqîqeta jinên êzidî” hat lidarxistin. Moderatoriya panele ji hêla Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca ve hat kirin. Wek beşdervan jî rojnameger Aysel Avesta, Berdevka komîteya dîplomasiya Şengalê Suham Şingalî, Berdevka Sîwana Rêxistina Jinên Êzdî ya Elmanya Nurê Alkis beşdarî panelê bûn. Her wiha gelek siyasetmedar û aktîvîstên jin jî tevlî panelê bûn.
 
‘Civaka êzidî xwe ji nû ve afirandin’
 
Di destpêkê de rojnameger Aysel Avesta axivî û diyar kir ku jenosîdên li ser Şengalê trajediya mirovan e û wiha got: “Fermanên li ser Şengalê hertim hebû. Lê yê herî dawî ku di 3’yê tebaxa 2014’an de pêk hat ji bo civaka êzidî sazkirina pergalek nû bû.  Civaka Şengalê piştî wê fermanê xwe ji nûve afirandin. Gelê Şengalê ji şûnde wê rojê muxtacê tu kesê nîne. Ji ber ku êdî hemû pergal û rêxistinên xwe bi xwe çêkirin. Parastina xwe çêkiriye. Lê bêguman ev têrî nake. Ji ber ku hê jî êrîşên Dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê li ser Şengalê heye. Hê jî fermanên li ser civaka êzidî ji hêla Ewropayê ve nehatiye pêjirandin. Hê jî nêzî 3 hezar jinên êzdî nehatine dîtin.”
 
‘Jinên êzidî hertim pêşengtî kirin’
 
Suham Şingalî jî axivî û anî ziman ku civaka êzidî bi bîr û baweriya xwe, bi çand û dîroka xwe xwedî civakek bi qedîm e û wiha axivî: “Bi taybet civaka êzidî bi hezaran sal bi bîr û baweriya xwe, çand û dîroka xwe parastiye. Di navbera erdnîgariya Mezrabotanê jinên êzidî hertim ji civaka êzidî re pêşengtî kiriye. Gava em behsa 74 fermanan dikin, di nav 74 fermanan de bi sedan jenosîdên li ser civaka êzidiyan dikin. Wateya jenosîd ew e ku koçberbûn, destavêtina çand, dîrok, ziman û wê nijadê ye. Hertim xwestin civaka êzdîyê tune bikin. Di her çar parçeyên Kurdîstanê rastiya komkujiya êzidiyê hene. Piraniya wan fermanan ji deste Osmaniyan hatiye kirin. Lê heya niha dagirkeriya wan berdewam dike. Wekî li bakurê Kurdîstanê bi hezaran êzidî jiyan dikirin lê niha rêjeyek gelek kêm hene. Hertim bi rêbazên cuda cuda fermanek li ser êzidiyan hatiye kirin. 74 car ferman 74 car jonosîd e. Lê tevî van yekan civaka êzidî li ber xwe didin.”
 
‘Fermanê li ser êzidiyan di dîrokê de nayê dîtin’
 
Suham balê kişand li ser jenosîda 3’yê tebaxa 2014’an û destnîşan kir ku di wê qetlîamê de jinên êzidî wek qurban hatin bijartin û wiha bi lêv kir: "Di her fermanên li ser êzidiyan ku pêk tê di dîrokê de nayê dîtin. Bi taybetî jî di sala 2014’an de me bi çavê xwe şahîdi vê trajediya mirovahiyê kir. Jinên êzidî di vê qetlîamê de wek qurban hatin dîtin. Lewra ew ji bo me rojekê reş e. Lê piştî wê roja reş, me li dijî vê di hêla siyasî, civakî, leşkerî de xwe bi rêxistin kir. Bersîva xwe bi wan bi rêxistinkirinê da û xwe ji nû ve ava kir. Ev xwe ji nû ve ava kirin ji bo tevahî civaka Kurdîstanê wek rûmetek e. Niha li Şengalê rêveberiya xweser tê ava kirin. Ew proje, projeya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Bi vê projeye hemû gelên ku li ser axa Şengalê dijîn bi bîr û baweriya xwe, bi reng û dengê xwe bi hev re jiyanek hevpar dijîn.”
 
‘Li ser Şengalê planên qirêj tên meşandin’
 
Suham wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê tevî van yekan êrîşên li ser xaka me gelek in. Li her çar parçeyên Kurdîstanê planên gelek qirêj hene. Li ser civaka êzdî hertim polîtîkayê koçberbûnê hatiye meşandin. Niha jî bi wan êrîşan dixwazin li ser Şengalê ew polîtîkayê birêve bibin. Li hemberê van êrîşan jî em ji hemû partî û komeleyên sîvîl dengekê hevpar û piştgirîyek dixwazin ku em ê li ser axa xwe bijîn. Em hê jî ji bo parastina xwe di nav hewildanan de nin û di her qadê de pêşengtiyê dikin. Di heman demê de ew nimûneya ku em li ser Şengalê didin saz kirin, dixwazin hemû civak ji xwe re mînak bigirin.”
 
‘Di salên 90’î de fermana spî’
 
Nurê Alkis jî diyar kir ku di salên 90’î de gelek êzidî ji ber qetlîman neçar mane û bere xwe bidin Ewropayê wiha pêdê çû: “Wekî hûn jî dizanin di salên 90’î de li ser civaka êzidî fermana bi navê spî hat meşandin. Bi taybetî li bakurê Kurdîstanê ew çaxê qelîamên li ser êzidiyan bi deste cerdevanan dihat kirin. Ji wan re hilbijartin hiştin û civaka wê derê neçar man ku ji axa xwe terk bikin. Di salên 90’î de civaka êzidî bi piranî derbasê Ewropayê bûn. Li wê dere jî bi cûrbicûr pirsgirêkan ve re rûbirû man. Ji ber ku li cihekê biyanî bûn û ew pirsgirêk bi salan berdewam kirin. Xwesteka neyaran jî ji xwe ew bû ku civaka êzidî ji axa xwe qût bibin.”
 
‘Me bi rêxistinkirina jinên êzidî esas girt’
 
Nurê balê kişand li ser konferansa êzidiyan û got: “Konferansa ku hat kirin zêdetirî li ser bi rêxistinkirina civaka êzidî bû. Piştî avakirina konferansê têkoşîna jinên êzidî li ser parastina çand û dîrok û nasnameya xwe bû. Piştî fermana 2014’an ku di şexsê jinê de hate kirin me hemû hêza xwe da li ser. Bêguman di bin sîwana me de li ser wê gelek xebatan jî kir.  Me di wan xebatan de biryar da ku em çawa xwe bi rêxistin bikin û çawa bikaribin bibin denge jinên êzidî. Bêguman jiyana civaka êzidî ne hêsan e. Lê tevî van yekan têkoşîna me bi rêxistinkirina jinan ve derbas dibe.”
 
‘Kar û xebatên me di mile dîplomasiyê de berdewam dike’
 
Nurê diyar kir ku jinên êzidî hema hema êdî xwe bi rêxistin kirine û wiha axivî: “Civaka êzidî hem li gorî çand û kevneşopiya xwe hem jî li gorî nasname û îdeolojiya xwe bi rêxistinkrina xwe re berdewam dikin. Niha kar û xebata me di milê dîplomasiyê de wê berdewam bike. Ya bingehîn jî jenosîda 3’yê tebaxê em dixwazin ji hêla Ewropayê ve ew jenosîdê were qebûlkirin. Dîsa plan û projeyên me yên li ser jinên êzidî û civaka êzidî li Ewropayê berdewam dike.”