Daneyên şîdeta li hemberî jinê ya Herêma Kurdistanê hat aşkerakirin

  • 17:04 28 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Şîdeta Jinê û Malbatê ya Herêma Federal a Kurdistanê di meha tîrmeh û tebaxê de 4 jin hatine kuştin, 8 jin jî dawî li jiyana xwe aniyê û 7 jin jî xwe şewidandiye. 
 
Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Şîdeta Jinê û Malbatê, daneyên xwe ya meha tîrmeh û tebaxê ya derbarê şîdet û kuştina jinan a li Herêma Federal a Kurdistanê diyar kir. Li gorî daneyan 4 jin hatine kuştin û 8 kesan dawî li jiyana xwe aniye û 7 jin jî xwe şewitandiye.
 
Li gorî daneyan di meha tîrmehê de 5 jin dawî li jiyana xwe aniye, jinek hatiye kuştin, 3 jin xwe şewitandiye, 871 jin derbarê serpêhatiyên xwe de gilî kiriye û 14 jî bûyerên destdirêjiyê pêk hatine. 
 
Di meha tebaxê de, 3 jin dawî li jiyana xwe aniye, 3 jin hatiye kuştin, 4 bûyerên xweşewitandin, hezar û 607 jin derbarê serpêhatiyên de gilî kirine û 8 jin jî ji destdirêjiyê re rûbirû mane.