'Rêya edaletê di Roboskê re derbas dibe'

  • 15:38 28 Îlon 2021
  • Rojane
ENQERE - Hewldana ji bo Roboskê Edalet, derbarê Komkujiya Roboskê ku 117 meh li dû xwe hişt de daxuyanî da çapemeniyê û got, "Heta ku komkujiya Roboskê neyê ronîkirin, tişta qewimî ji gel re neyê vegotin, wê siyaseteke demokratîk nikaribe bê kirin."
 
Hewldana ji bo Roboskê Edalet, di meha 117’emîn a 19 jê zarok 34 kesên di encama bombebarandina balafirên şer a li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê de hatin qetilkirin, bi daxwaza "edaletê’ li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî endamê Hewldana ji bo Roboskê Edaletê  Tanjû Gunduzalp xwend. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  heta edalet neyê Roboskê nayê Tirkiyeyê û heta Komkujiya Roboskê neyê ronîkirin, di siyaseta welat de sivîlbûyîn û demokrasî pêk nayê.  Di ser komkujiyê re nêzî 10 sal derbas bûn. 117 meh in bi gundek, gelek, civakek û welatekî re em li edaletê digerin. Ji wê şevê heta niha di 509 hefteyan de hiqûq winda ye, edalet tune ye û her kes bêdeng e. Her kes qebûl dike ku 34 mirov bi bombeyan hatine kuştin lê ev rew di pergala edalet û qanûnan de cihê xwe nabîne.” 
 
Daxuyanî wiha hat bidawîkirin, "Duh jî îro jî li dijî sûcên tên kirin ceza nayê dayîn, edalet pêk nayê.Rêya edaletê di Roboskê re derbas dibe û Heta edalet neyê Roboskê nayê Tirkiyeyê. Tişta ku em dijîn, nebûna dewletê û edaletê ye. Roboskê ezmûna dewlet û edaletê ye. Roboskê, şerm, birîn û lêgerîna edaletê ya vê axê ye.”