Nobeta Edaletê di roja 204'an de ye

  • 12:45 28 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 204’an de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne li ser hesabê xwe yê dijîtal ev peyam parve kir: “Dema edalet nebe, mirovahî jî nabe!”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 204’emîn de didome. Ji ber ku polîsan dest danîbûn ser pankartên malbatê, malbat bê pankart çalakiya xwe didomîne. 
 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yên medya dîjîtal hesabên Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, Baroya Îzmîrê, Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî û Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn etiket kir û wiha got: “Dema edalet nebe, mirovahî jî nabe! Bila nalet li endamên darazê yên edaletê pêk neyînin were. Bila nalet li kesên ku zilmê li welatiyên xwe dike were, bila nalet li wan kesên ku zilmê li vê dayikê dikin were.”