Li Hezexê ji bo şahiyê belavok hatin belavkirin

  • 12:33 28 Îlon 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye” li navçeya Hezexê şahiyek li dar bixin. Ji bo şahiyê jinan di serdana pazarê de belavok belav kirin û gel vexwendin şahiyê.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 2’yê cotmehê de li dijî hemû cureyên êrîşên wek tacîz, tecawiz, tiryak û fihûşê ya li ser jin û ciwanan bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya navçeya Hezexa Şirnexê şahî dê bê lidarxistin.  
 
Aktîvîstên TJA, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêvebiriya HDP’ê ya navçeya Hezexê bi boneya şahiyê, serdana pazara li cadeya Adîle Naşît a Hezexê kirin. Jinan di serdanê de belavokên ji bo şahiyê belav kirin û jinan vexwendin şahiyê.