'Li dijî zehmetiyên wargehê û ambargoya rejîmê em li berxwe didin'

  • 09:04 28 Îlon 2021
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
ŞEHBA - Jinên li Wargeha Serdemê ya Gundê Til Sosinê yê Herêma Şehbayê dijîn bal kişandin ser zehmetiyên li wargehê dibînin û ambargoya Rejîma Sûriyeyê ya li ser Şehbayê û wiha gotin:"Em di vê wargehê de gelek zehmetiyan dibînin. Havînê germ e zivistanê sar e. Rejîma Sûriyeyê ambargo li ser Şehbayê daniye. Divê ev bi dawî bibe. Li dijî zehmetiyên wargehê û ambargoya rejîmê em li berxwe didin. Tevî zor û zehmetiyan jî em ê her tim li berxwe bidin heta ku em vegerin Efrîna xwe."
 
Piştî 18'ê Adara 2018'an şûnde welatiyên ji Efrînê koçî Şehbayê bûn li vir di wargehan de bi cih bûn û heta niha di bin şerd û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Jinên li Wargeha Serdemê ya Gundê Til Sosinê yê Herêma Şehbayê li dijî zehmetiyan û ambargoya Rejîma Sûriyeyê li berxwe didin dan zanîn heta ew vegerin Efrînê ew ê li berxwe bidin. 
 
'Li dijî zehmetiyên wargehê û ambargoya rejîmê em li berxwe didin'
 
Nîlfet  Mihemed a ku ji Gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê ye bal kişand ser zehmetiyên li wargehê dibîne û ambargoya Rejîma Sûriyeyê ya li ser Şehbayê û wiha got:"Em ji Efrînê koçber bûn û hatin Şehbayê. Em di vê wargehê de gelek zehmetiyan dibînin. Konê me naylon e. Havînî germ, zivistanê sar e. Rejîma Sûriyeyê ambargo li ser Şehbayê daniye. Divê ev bi dawî bibe. Rejîma Sûriyeyê tiştêkî bernade, tiştê rojane yên xwarinê pir buha bûne. Pêşiya me zivistan e, pêwistî bi mazotê heye. Ji ber ku di van konan de em dijîn û em dizanin çiqas zor û zehmet e. Li dijî zehmetiyên wargehê û ambargoya rejîmê em li berxwe didin. Tevî zor û zehmetiyan jî em ê her tim li berxwe bidin heta ku em vegerin Efrîna xwe."
 
'Yên zehmetiyên herî zêde dibînin jin û zarok in'
 
Fatma Bekir Xulo da zanîn ew ji tanq û topên Tayyip Erdogan natirsin û wiha pê de çû:"Yên zehmetiyên herî zêde dibînin jin û zarok in. 
 
Ev 4 sal in em li vir  dijîn. Her tim jin di şer de zehmetiyan dijîn. Weke her demê niha jî dîsa jin zehmetiyan dibînin. Lê em ji Erdogan û  êrîşên ku niha rojane bi ser me de tên natirsin. Em ê  bi fikir û felsefeya rêberê xwe  heta dawiyê li berxwe bidin û li gel şervanê xwe bijîn. Ez bang li hemû sazî û dezgehê jinan û mafê mirovan dikim ku mafê me biparêzin û bibînin ku em di bin şerd û mercên bi çi rengî de dijîn."
 
'Heviya me vegera Efrînê ye'
 
Mewlîde Efrîn da zanîn ku hêviya wan her vegera ji bo Efrînê ye û wiha pê de çû:"Em ji Efrîna xwe derketin û hatin Şehbayê. Ev çar sal in  jî em di wargehan de dijîn. Di wargehan de demsal gelek zehmet derbas dibin. Ji ber ku dema havînê germ e û zivistanê sar e. Her wiha zarok nexweş dikevin. Li gel vêya jî derfetê derman kêm e. Tevî hemû zehmetiyan hêviya me her vegera ji bo Efrînê ye. Ev hêviya me tu carî bi dawî nabe."