Hat îdakirin ku li Silêmanî zarokekê întîhar kiriye

  • 08:55 28 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê hat îdakirin ku zaroka 14 salî dawî li jiyana xwe aniye.
 
Li gorî agahiyên ku Rojnewsê  ji Berdevkê Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Şideta li Jinê ya Silêmaniyê Hîwa Mihemed girtine hat diyarkirin ku duh piştî nîvro li navçeya Derbendîxan a bi ser Silêmaniyê zaroka 14 salî di mala xwe de bi kindirê darvekirî hatiye dîtin.
 
Herwiha hîwayê diyar kiriye ku wan derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin û heta niha sedema  bûyerê nehatiye zanîn.