Nobeta edaletê di roja 203'yan de ye

  • 12:25 27 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ku di roja 203'emîn de nobeta edaletê didomînin, wê ji bo pankart û dowîzên ku polîsan desteser kirine serlêdanê bikin. 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêstvanên parlamenterê AKP'ê êtîşî malbata Şenyaşar kiribûn û hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe Ferît ê ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bû li dijî vê dijhiqûqiyê ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn û nobeta wan di roja 203'emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît ji ber ku pankart û dowîzên wan ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin nobeta xwe bê pankart û dowîz berdewam dikin. 
 
Emîne û Ferît ji bo ku pankart û dowîzên xwe yên polîsan desteser kirin paşve bigirin wê serî li Muduriyeta Polîsan a Rihayê bidin. 
 
Malbatê ji ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir, "Dayikek ji ber ku pergala edaletê naxebite 203 roj e li ber deriyê edliyê li benda edaletê ye. Tu kes nikare li ber vê daxwaza zelal bisekine. Tenê dixwazin ku qanûnên heyî pêk bên."