Ayşe Gokkan ji bo peyamên sersaxiyê ji jinan re spas kir

  • 11:30 27 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Berdevka Serdemê ya TJA'yê ya girtî Ayşe Gokkan ji bo jinên daxwazên xwe yên şîna dayika wê ragihandin spasiya xwe pêşkêş kir. 
 
Dayika Berdevka Serdemê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan di 31'ê Tebaxê de li Pirsûsa Rihayê jiyana xwe ji dest dabû. Gelek jinên li Bakur û Tirkiyeyê her wiha rêxistinên jinan daxwazên sersaxiyê ji bo Ayşeya ku destûr nehat dayin beşdarî şîna dayika xwe bibe, ragihandin. 
 
Ayşeyê bi peyama ku ragihand ji jinan re spasiyên xwe pêşkêş kir. Ayşeyê di peyama xwe de wiha got:"Ez ji jinên ji qitayê cuda yên cîhanê, ji herêm û welatên cuda, aktivîst, endamên saziyan, platforman, tevgerên jinên li Rojhilata Navîn, rêhevalên min, tevgera jinên kurd, hevalên min ên têkoşînê gelekî spas dikim ku peyamên xwe yên sersaxiyê ji bo dayika min Lutfiye ragihandin. Ev yek di nava çar dîwaran de ji bo min bû peyameke bi moral. Ez ê bi vî rihê piştevaniyê têkoşîna xwe ya jina azad û civaka azad li ku derê dibe bila bibe di bin kîja şerd û mercî de dibe bila bibe bê guman bidomînim. Ji ber şerdên xwe yên dest nedan min nikaribû yek bi yek peyama xwe ya spasiyê ragihînim loma hêvî dikim hûn min bibexşînin. Loma min xwest bi tevahî peyameke spasiyê ragihînim. Li gel hezkirin û silavên germ."