ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 27 Îlon 2021
  • Rojev
*Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Heviyên Reng bi Reng Necla Korkmaz, destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de karkeriya zarokan derketiye lutkeyê û wiha axivî: " Gelek zarokên karker di gelek qadên xebat de ji mafên xwe bêpar hatine hiştin û divê ji aliyê dewletê ve ji bo zarokan polîtîkayên parastinê bên pêşxitin."
 DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Derya Yildirim a rêvebera ÎHD’ê ya Amedê ye, der barê dosyaya Ceylan Onkol 12 salî hat qetilkirin û 12 gumanbarê wê yên nehatiye dîtin de axivî û got: “Li vî welatî pirsgirêka polîtîkaya bêcezabûnê heye. Wisa xuyaye der barê vê pirsgirêkê de tiştek nayê kirin. Hêzên ewlehiyê vê hêza di destên xwe de bê perwa bi kar tînin û di encamê de jî tu ceza li wan nayê birîn.”
 
*Li taxên Beyuzumu, Seyrantepe û Duzyolê yên girêdayî Tuşbayê ya Wanê ji ber lehiya rabû gelek xaniyî zirar dîtin û gelek sewal telef bûn. Şêniyên taxê diyar kirin ku sê car in lehî radibe û gotin tu tedbîr nayê girtin. Endama Meclîsa Şaredariya Tuşbayê ya HDP’ê Ayşe Mînaz da zanîn ku şaredariya ku qeyûm lê tayîn bûye, piştî lehiyê xebatkarên wê neçûne taxê û got hesasiyeta ji bo bajarên din tên nîşandan, bila li Wanê jî bê nîşandan.
  DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, der barê nîqaşên muxatabiya pirsgirêka Kurd de axivî û got cihê nîqaşkirn û muzakereyê ya pirsgirêka Kur meclis e û muxatab jî Abullah Ocalan e. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclisa JInê ya HDP'ê Ayşe Acara Başaran, diyar kir ku wan di du rojên Konferansa Rêveberiyên Herêmî de gelek kêmasî tespît kirin û derbarê van kêmasiyan de biryarên girîng girtine. Ayşe anî ziman ku ew ê bi wan biryaran re di serdema bê de pêvajoyeke aktîftir bidin meşandin. DÎMEN HEYE