Ciwanên HDP'yî li dijî tiryak û fihûşê li Sûrê belavok belav kirin

  • 18:58 26 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Meclîsa Ciwanên HDP'yî di çarçoveya kampanyaya xwe de li navçeya Sûrê belavok belav kir.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de xebatên xwe re bê navber berdewam dike. Ciwanên HDP'yî di çarçoveya kampanyaya xwe de li kuçeyên Sûrê li dijî tiryak, fihûş, asîmîlasyon û sîxuriyê afîş daliqandin û derbarê van mijaran de ciwan û malbatên li taxan agahdar kirin. Rêxistina HDP'ê ya navçeya Sûrê jî beşdarî çalakiyê bû.
 
Ciwanên HDP'yî piştî xebata belavokê, li dijî tiryak û fihûşê ji mizgefta Hezretî Silêman heta birca bizinê meşiyan.