Li dijî dorpêça Qada Galatasarayê bertek: Em ê li wê derê hev bibînin

  • 10:44 26 Îlon 2021
  • Rojane
STENBOL - Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz bertek nîşanî ji nû de dorpêçkirina Qda Galatasarayê da  û got, " Qada Galatasarayê ji bo me cihê ku em bi dost û windayên xwe re lê kom bibin e. Li gel êşên ku me li wê qadaê kêşandine jî em dest jê bernadin. Helbet em ê rojekê li qadê kom bibin."
 
Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995'an ve ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin li qadan e, ji 25'ê Tebaxa 2018'an ve Qda Galatasarayê ku lê kom dibûn û eqûbeta xizmên xwe yên winda lê dipirsîn jî li wan hat qedexekirin.  Qda Galatasarayê ku berxwedana Dayikên Şemiyê bi bîra mirov tîne di 21'ê Îlonê de dorpêça lê hatibû rakirin lê di 23^yê Îlonê de dîsa li aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Li gel ku derbarê dorpêça qadê de tu daxuyaniyek nehat dayîn, Dayikên Şemiyê ku li equbeta xizmên xwe yên winda dipirsin û dixwazin kesên bûn sedema windabûna wan bên darizandin çalakiya xwe hefteya 861'mîn li ser onlîne li dar xisitin.  
 
'Em ê dûr an jî nêz dîsa derkevin wê qadê'
 
Dayika Murat Yildiz ê ku di 23'yê Sibata 1995'an de di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz bertek nîşanî dorpêçkirian Qada Galatasarayê da. Hatinîfeyê diyar kir ji nû de dorpêçkirian qadê ew xemgîn kirine û got, "Wekî ku vegerim roja ewil ez xemgîn bûm. Li gel ku ez di maleke bi kirê de me jî bi salan e min navnîşana xwe neguhert ji ber ku dibê belkî kurê min bê .Wekî ku zilma kirine tê rê nake vê carê jî Qada Galatasaryê li me qedexe dikin.  Em ji xwe ji ber pandemiyê demeke dirêj e dernakevin.  3 sale em ne li qadê ne. Em ne li qadê bin jî hem her hefte daxuyaniyê didin. Em îro nikaribin biçin wê qadê jî em ê rojekê biçinê."
 
'Wê destê me li bestika wan be'
 
Hanîfe diyar kir ku ew bi wêneyên xizmên xwe yên winda diçin qadê lê hikûmet li heberî wan wekî ku di destên wan de top û  çek hebe tevdigere.  Hanîfeyê diyar kir ku ev neheqî û bê edaletiyeke mezin e û got, "Her gotina ku ji wan dibihîzim wekî xencerekê li dilê min dikeve. Em ne alîgirê ku em êşa dayikan bi hev bipîvin. Em naxazin ku tu dayik ji bo zarokên xwe bigirîn. Lawê min ê ku ket pitş deriyê hikûmetê careke din derneket. Qda Galatasarayê cihê ku em bi dost û xizmên xwe yên winda re lê hevdîtinê bikin e.  Me wê derî wekî gorên ku nehatine dîtin îlan kir.  Li gel êşên ku me li wê qadaê kêşandin jî em dest jê bernadin. Helbet em ê rojekê li wê qadê bi xizm û dostên xwe re bên gel hev .Wekî dayikekê heta ku ez sax bim ez ê li rûyê wan binêrim û eqûbeta lawê xwe biprisim. Heta ku gorekê nîşanî min bidin wê destê min li bestika wan be."