Li Kerkûkê jinan panela 'Di kar û aboriyê de jin' li dar xistin

  • 10:29 26 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Viyan a ji bo Parastina Mafê Jinan bi dirûşma "Di kar û aboriyê de jin" panelek li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê  li dar xist.
 
Do li Navenda Rewşenbîrî ya bajarê Kerkûkê bi pêşengiya Rêxistina Viyan a ji bo Parastina Mafê Jinan û tevlêbûna çalakvanên kar û barên jinan û pisporên yasayî û civakî panelek hat lidarxistin.
 
Panel ji 4 beşan pêk hat. Di panelê de li ser girîngiya aboriya serbixwe ya ji bo jinan, pirsgirêkên ku jin di mijara karkirinê de pê re rû bi rû dimîne û her wiha şêwazê têkoşînê yê di aliyê yasayî de nirxandin hatin kirin.
 
Çalakvan û pisporên amade yên di panelê de, di çarçoveya beşên xwe de yên ku ji bo panelê hatibûn diyarkirin, axivîn û fikrên xwe pêşkêş kirin.