ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 26 Îlon 2021
  • Rojev
* Çapemeniya alîgir ya ku bi talîmatên wekê ‘ tiştên divê bên axaftin tiştên divê neyên axaftin’  teşe dibe,  beyî muxatab, jinan, kurdan derdixe ser ekranan û di vê mijarê de gelek bi tecrubeye. Di demên dawî de em dîsa bi nîqaşên ‘mijara kurdan’ ya bê kurd re tên rû hev. MEDYA KRÎTÎK
 
*Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Gulîstan Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên şer ên li hemberî ciwanan û got: "Em di çarçoveya kampanyaya 'Em tiryakbûnê bişkînin jiyana nû ava bikin' li tax, gund û bajaran bi ciwanan re tên cem hevdû. Desthilatdarî bi her cûreyên polîtîkayên şer êrîşê li ciwanan dike û dixwaze têkoşîna bi rêxistinî têk bibe. Lê ciwan dê bi têkoşîneke topyekûn bersiva polîtîkayên şer bide."BI DÎMEN 
 
*Namzeta OÇAV’ê parêzer Îlke Işik 66’emîn Lijngeya Giştî ya Baroya Enqereyê nirxand û diyar kir ku li ser kursiyê kesî behsa pirsgirêkên derbarê hiqûqê de nekiriye û wiha got: “Ya divê em çareser bikin feraseta rêveberiya baroyê ye û em ê ji bo baroyeke bê alî têkoşînê bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz bertek nîşanî ji nû de dorpêçkirina Qada Galatasarayê da û got, "Qada Galatasarayê ji bo em cihê ku em bi doz û windayên xwe re hevdîtinê bikin bû. Li gel êşên ku me kişandine jî em dest ji wê qadê bernadin. Helbet em ê rojekê li wê qadê bi dost û windayên xwe re bên gel hev."