Li Silopiyê li dijî tiryakê panel hat lidarxistin

  • 08:52 26 Îlon 2021
  • Rojane
ŞIRNEX  - Meclîsa Ciwanan a HDP’ya Şirnexê, têkildarî kampanyaya "Em pêgiriyê têk bibin jiyana nû ava bikin" panel li dar xist. Di panelê de aktîvîsta TJA’yê Asuman Kûlter a ku axivî, polîtîqayên şerê taybet ên ku li ser ciwanan tên meşandin şermezar kir û got: “Ciwanên me pêşeroja me ne. Ciwan dîroka me ne. Ciwanên me li dijî van lîstikên qirêj li berxwe didin.”
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî kampanyaya "Em pêgiriyê têk bibin jiyana nû ava bikin" li qada kompleksa werzîşê ya taxa Nûrê ya navçeya Silopiya Şirnexê panel li dar xist. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek ciwan tevlî panelê bûn. Li qada kompleksa werzîşê pankarta Em xwe ji tiryakê rizgra bikin, jiyanek nû ava bikin” hat daliqandin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir  û piştre sînevîzyona ku derbarê şoreşa ciwanan de hatibû amadekirin hat temaşekirin.
 
Aktîvîsta TJA’yê Asûman Kûlter, Parlamenterê HDP'ê  yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Şirnexê Mehmet Mîraç Dînç wek panelîst tevlî bûn. 
 
‘Ciwanên me pêşeroja me ne’
 
Aktivîsta TJA’yê Asuman Kûlter a di panelê de axivî êrîşên pollîtîqaya şerê taybet ku li dijî ciwanan tên meşandin şermezar kir û wiha domand: “Li erdnîgriya me û li ser axa Botanê tu carî bûyerên fûhûş û tiryakê tunebûn. Lê belê  ji sala 2016’an vir ve li Botanê polîtîqaya şerê taybet tên meşandin. Ev çend salên dawiyê ye bi zanebûn li dijî ciwanên me lîstikên qirêj tên meşandin. Ciwanên me bila hişyar bin neyên lîstokên qirêj. Bila dayik û civaka me zarok û ciwanên xwe xwedî li xwe derbikevin. Em ê li berxwe bidin. Ciwanên me pêşeroja me ne. Ciwan dîroka me ne. Ciwanên me li dijî van lîstikên qirêj li berxwe didin. Çawa ku me li her qadê li berxwe da, em ê ji vir şûnde jî li berxwe bidin.”
 
Parlamenter Hasan Ozguneş jî, anî ziman ku ciwan hebûna civakê ne û wiha got: “Ciwan pêşeroja civakê ne. Ciwan ji bo pêşeroja civakê gelek girînin. Dewletên ku hatine avakirin heta îro ji bo ku hêza ciwanan di destên xwe de bigirin hemû tiştî dikin. Serdestiya xwe bi vî awayî dixwazin biparêzin. Kesên serdest, ciwanên ku zana û zanistin ji xwe re wek tehdît dibînin. Ji ber vê yekê dixwazin berê ciwanan bidin fûhûş û tiryakê. Naxwazin ku ciwan li dijî wan li berxwe bidin. Li dibistan, kolan û kûçeyan fûhûş û tiryak tê belavkirin. Dixwazin ku ciwan li ber wan serê xwe bitewînin. Li dijî vî di vê em li berxwe bidin.”
 
‘Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî serbikevin’
 
Herî dawî Mehmet Mîraç Dînç axivî û ev tişt got: “Li ser ciwanan lîstikên qirêj tên meşandin. Ev lîstikên qirêj li ser ciwan û pêşeroja me xetereyek mezin e. Ev 5-6 salên dawiyê ye li ser ciwanên me fûhûş û madeyên tiryakê ferz dikin. Ev şerê taybet tim li ser jiyana me tê meşandin. Dixwazin gelê me û civaka me ya welatparêz bi van bê ehlaqiyan ji têkoşînê dûr bixin.  Armanca wan ew e gelê ku li dîrok û têkoşîna xwe xwedî derketiye tune bikin. Em ê bi têkoşîna xwe li dijî polîtîqayên şerê taybet li berxwe bidin. Wekî ku Birêz Ocalan jî gotiye ‘me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî  bi ser bikevin.’ Em ê tim li dijî êrîşan li berxwe bidin.”
 
Panel bi dirûşmeyê hatin berzkirin ve bi dawî bû.