Salîha Aydenîz: Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e

  • 16:13 25 Îlon 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di civîna gel de bal kişand ser nîqaşên muxatabên çareseriya pirsgirêka kurd û got: "Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurd e pirsgirêka hemû gelan e. Her wiha muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd jî Birêz Ocalan e. Îqtîdar û muxalefet li pey muxatabek din ketine. Heke hûn muxatebekî meşrû digerin 3 milyon welatî bi îmzeyên xwe Birêz Ocalan wekî vîna xwe nîşan daye." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz beriya merasîma vekirina Buroya Piştevaniyê ya Navenda Stenbolê ya DBP'ê ya li Beyoguyê, li avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî civîna gel bû. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, Kongreya Civaka Gel (HDK), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê HDP'ê yê bajêr Erdal Avci, Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), Komeleya Şopandina Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Komeleya Alimên Oldar (DÎAY-DER), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Dev Yapi-Îş, Komeleya Mafen Mezêxer, Sendîkaya Teqewît ên Demokratîk, MATUHAY-DER, ANYAKAY-DER û gelek nûnerên saziyên sivîl tevlî civînê bûn. 
 
Li salona civînê pankarta "Bi ronîbûna civakê re pêşeroja xwe ya azad bi rêxistin dikin" hat daliqandin. Di civînê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku ji bo azadiyê gelek hewldan tê kirin û got: "Ji bo pêşketina demokrasiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê hewldanên azadiyê li pêş in. Em ji pêvajoyeke zilm û zordariyê re derbas dibin. Çawa Gelê Kurd û saziyên kurd paşve gav neavêtin, çawa li hemberî faşîzmê têkoşîna xwe mezin kirin û li kolan û taxan jî li dijî faşîzmê li ber xwe dan. Gelê Kurd 40 sal in li dijî zîhniyeta faşîst li ber xwe didin."
 
Salîha di civînê da wiha bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan: "Tecrîd dibe sedema qeyranên mezin. Li Îmraliyê tecrîdeke mutlaq heye. Di encamê de niha Tirkiye bûye girtîgeha herî mezin. Kuştina jinan, pêkanînên li dijhiqûqî û înkarkirina vîna gelan bingeha xwe ji tecrîdê digire. Pergala qirêj jî bingeha xwe ji tecrîdê digire. Gelê Kurd, bi dost û hevalên xwe dê tecrîdê hilweşîne. Kesên ku li dijî faşîzmê ne û kesên ku demildest demokrasiyê dixwazin divê li hemberî tecrîdê li ber xwe bidin." 
 
Salîha, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e û wiha bi lêv kir: "Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurd e pirsgirêka hemû gelan e. Her wiha muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd jî Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan bi salane ji bo çareseriyê di nav hewldanan de ne. Lê belê îqtîdar û muxalefet li pey muxatabek din ketine. Heke hûn muxatebekî meşrû digerin 3 milyon welatî bi îmzeyên xwe Birêz Ocalan wekî vîna xwe nîşan daye. Di sala 2013-2015'an de me dît û hêviyên aştiyê dît. Gelê kurd daxwaza wê ya aştiyê hebû."
 
Salîha di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên DBP'ê û got: "Em ê li Edene, Îzmîr û Stenbolê nûnertiya partiya xwe vekin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Kevneşopiyeke me ya 40 salan heye û em ê li Ege, Marmara û Deryaya Spî wekî li Kurdistanê rêxistinbûna xwe ava bikin. Dem dema azadiya Kurdistanê ye û demokratîkbûna Tirkiyeyê."
 
Di civînê Erdal Avci jî axivî û bal kişand ser domandina têkoşîna dîrokî. Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) derket ser dikê. 
 
Piştî guhdarkirina muzîkê girsê berê xwe da merasîma vekirina Buroya Piştevaniyê ya Stenbolê ya DBP'ê.