Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn pirsîn

  • 14:54 25 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên li Amedê di çalakiya heftanê de pirsa aqûbeta Mehmetcan Ayşîn kirin. 
 
Xizmên Windayan û rêveberiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya hefteya 659'emîn a "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û çîroka Mehmetcan Ayşîn ê di 5’ê gulana 1994’an de, di operasyona eskerî de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat vegotin. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim çîroka Mehmetcan Ayşîn xwend. 
 
Derya, diyar kir ku leşkerên ji Tugaya Bolû ji bo operasyonê hatin gundê Kiliçli, hemû zilamên gund binçav kirin û wiha axivî: “Ji bilî Mehmetcan Ayşin, hemû kesên hatibûn binçavkirin, heftiyek şûnde hatin berdan. Malbatê li ser vê yekê serî li DGM’ê da. Lê daxwaznameya wan paşve hat dayîn. Malbatê dûre serî li Walîtiaya OHAL’ê da. Fermandariya Asayîşê ya Lîcê, agahî da malbatê ku di wê dîrokê de tu operasyon lidarnexistiye û kesên nafên wan derbas dibin nehatine binçav kirin. Malbat serî li gelek sazî û dezgehên pêwendîdar dide, lê tu encamê bi dest naxwe. Bi vî awayî ji 5’ê gulana 1994’an ve bi tu awayî agahî ji Mehmetcan Ayşîn nayê girtin.” 
 
Piştî axaftinê, dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin. Xizmên windayan, çalakiya xwe dûre bi lêxistina çepikan bi dawî kir.