ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 25 Îlon 2021
  • Rojev
 
*Jinên li bajarokê Gundekê Melî, bertek nîşanê talankirina xwezayê dan û diyar kirin ku xweza hebûna wan e û gotin: “Careke din dixwazin me ji ser axa me bidin koçberkirin, lê em dest ji axa xwe bernadin û bila destên xwe bikişînin ji ser axa me.” BI DÎMEN
 
*Dê di 10’ê cotmehê de li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê bê lidarxistin. Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî diyar kir ku pêwîste deng û rengê civaka êzidî di parlamentoya Iraqê de hebe û got: "Berê jî li ser navê êzidiyan parlamenter hebûn lê rojekî daxwaza vê civakê nebihîstin. Bi keda zarokên vê civakê partî hatiye avakirin û ji bo vê jî civak dê xwedî li PADÊ derkevin." BI DÎMEN 
 
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salane di bin tecrîda giran de tê girtin. Her wiha li ser gel jî tecrîd pêk tê. Dayika Aştiyê Gulîstan Ozgan da zanîn ku tecrîd herî zêde li ser jinan pêk tê û ger ku rêberê gelekî dîlgirtî be, wê demê gel jî dîlgirtî ye. BI DÎMEN
 
*Bi wesîleya 4’emîn salvegera damezrandina ajansa me, jinan nêrînê xwe anîn ziman û diyar kirin ku li dijî zimanê zayendperest yê çapemeniyê, zêdebûna weşanên wek Jinnews yên rojnamegeriya jinê dikin, gelek girîngin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî got: "Li gorî min Jinnews, berdewamiya rojanamegeriya Gurbetellî Ersoz e. Jinnews rojnamegeriya jinê dike, pirsgirêkên jinan tîne ziman." 
 
*Mazlûm Mat ê HPG'yî di 19’ê îlonê de di jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî teslîmê malbata wî nayê kirin. Meta wî Bûşra Toprak, anî ziman ku dewlet dixwaze bi vî awayî îşkencê li malbatan bike. BI DÎMEN 
 
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Şirnexê, têkildarî kampanyaya "Em tiryakbûnê bişkînin jiyana nû ava bikin" li navçeya Silopiyê panelek li dar dixe. (19.00) BI DÎMEN