200 parêzer gotin 'Em ê bibin dengê dayika Emîne'

  • 16:41 24 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - 200 parêzerên ku tevlî "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar bûn diyar kirin ku Emîne Şenyaşar sembola têkoşîna ji bo edaletê ye û gotin: "Heya ku daxwaza Malbata Şenyaşar pêk were em ê piştgiriyê bidin têkoşîna wan a ji bo edaletê." 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyasar 200 roj in berdewam dike. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê, Amedê, Mêrdînê, Dîlok, Şirnexê û gelek bajarên herêmê bi sedan parêzer li ber Edliyeya Rihayê beşdarî "Nobeta Edaletê"ya Malbata Şenyaşar bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. 
 
Bêriya daxuyaniyê derdora edliyeyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û dora parêzer û malbatê hat dorpêçkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê OHD'ê ya Şaxa Rihayê Alî Arslan ve hat xwendin. 
 
'Daxwazên Malbata Şenyaşar daxwazên me hemûyan e'
 
Alî destnîşan kir ku bi zext û binçavkirinê tê xwestin daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar bê çewisandin û got: "Bêhiqûqî û bêedaletî bi destê darazê tê berdewam kirin. Em qala dosyayeke 3 sal in biryara nepeniyê li ser e dikin û nizanin di kîjan astê de ye. Li dijî bêdengiya saziyên edlî ya ji bo daxwazên Malbata Şenyaşar ku dest bi nobeta edaletê kiriye daxwazên Malbata Şenyaşar daxwazên me hemûyan e. Em ê bibin dengê dayika Emîn e. Ji bo ku ji zilmê re bêjin bes û bi dawî bikin em îro bi cibên xwe li vir in."
 
'Emîne Şenyaşar sembola têkoşîna ji bo edaletê ye'
 
Alî, da zanîn ku Emîne Şenyaşar sembola têkoşîna ji bo edaletê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Emîne Şenyaşar li ber derê edliyeyê di bin axê de li edaletê geriyaye. Dayika Emîne navê daxwaza edaletê ye. Êdî wek sembolekê ye ku divê edalet pêk were. Heya ku daxwaza malbata Şenyaşar pêk were em ê li ba wan bin piştgiriya têkoşîna wan a ji bo edaletê bikin."
 
'Sûcê mirovahiyê tê kirin'
 
Ferît Şenyasar jî axivî û destnîşan kir ku sûcê mirovahiyê tê kirin û got: "Kujer diyar in lê belê hê jî darizandinek pêk nehatiye. Niha derdora me dorpêç kirine û barîkatan xistine lê ew barîyeran li ser vê sûcê mirovahiyê nikare bigire. Hûn sûcê mirovahiyê dikin, wezaretê edaletê sûcê mirovahiyê dike, edliye sûcê mirovahiyê dike, emniyet sûcê mirovahiyê dike. Tiştê ku hatiye serê me komkujiyê ye. Lê tê xwestin li ser vê komkujiyê bê girtin. Hemû kesên ku ji azarê me re bêdeng e sûcê mirovahiyê dike. Em 200 roj in li ber derê edliyeyê li pey edaletê ne. Wezaretê Edaletê dibêje derê edliyeyê derê Edaletê ye lê çima ji me re girtî ye?"
 
Piştî axaftinan 200 parezêr ligel Malbata Şenyaşar rûniştin, piştre jî bi çepikan bi dawî çalakiya xwe anîn.