Malbata Denîz Poyraz derbarbarê qetilkirina keça xwe de gilî kir

  • 14:06 24 Îlon 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Dayik û Bavê Denîz Poyraz derbarê qetilkirina keça xwe de li kesên ku bi kujer re bûn alîkar, ên ku îstiqbarat kêm dan û îhmal kirin û li polîsan gilî kir. Malbatê diyar kir ku êrîş li HDP'ê û li kesên ku daxwaza aştiyê dikin hatiye kirin û got, " Kî çi dibêje bila bêje dê aşetî pêk bê."
 
Di 17'ê Hezîranê de li Avahiya HDP'ê ya Îzmîrê êrîş pêk hatibû û di êrîşa ku ji aliyê Onur Gener de pêk hat Denîz Poyraz hatibû qetilkirin. Dayika Denîzê Fehîme Poyraz û bavê wê Abdullah Poyraz, li ser banga Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê çûn Edliyeya Bayrakliyê ku gilî bikin. Malbatê li kesên ku bi kujer re bûn alîkar, ên ku îstiqbarat kêm dan û îhmal kirin, li polîsan û rayedaran gilî kir.
 
'Bila edalet cihê xwe bibîne'
 
Fehîme ya ku li ser banga dozgeriyê çû îfade da, "Got bila edalet bê bichanîn ez hem li kujer û hem jî li polîsan gilî dikim. Kujerê ku Denizê kuşt bi kêfa xwe da rê û çû. Bila kujer û polîs tev de bên darizandin û cezakirin." 
 
'Herkes dizane ku tiliy polîsan ji di bûyerê de heye'
 
Abdullah Poyraz jî got, "Hayê keça min ji tu tiştî tune bû serê sibehê di bedêla dayika xwe de çûbû kar. Lê kujer keça min kuşt. Hata dawî ez şopdarê dozê me û pêşiya kujeran bernadim. Ya din ez dixwazim polîsên li cihê bûyerê jî bên darizandin. Polîs derbarê kuştina keça min de nehat ji min tu pirs nekir. Hayê polîs jî û yê herkesî ji bûyerê hebû. Hem hayê polîs hem jî hayê kesê ku polîsan rêve dibe ji bûyerê hebû."
 
'Êrîş li hember HDP û aştiyê bû'
 
Abdullah anî ziman ku qetilkirina keça wî jî parçeyek ji hewldana girtina HDP'ê bû û ot, "HDP partiya gel e û ya hemû kesî ye.  Ji bo ku pariyê bigirin ev lîstik kirin. Êrîş li hember DHP û daxwaza aştiyê bû."