Sembola lêgerîna edaletê Emîne Şenyaşar 200 roj in li berxwe dide

  • 14:02 24 Îlon 2021
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujerên sê ferdên malbata wan werin girtin 200 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin. Di çalakiyê de polîsan bi dehan caran ew xistin bin çavan, mudaxaleyî wan kirin û li wan dan. Lê Emîne û lawê wê Ferît dev ji çalakiya xwe ya edaletê bernedan.
 
Ji hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an re 10 roj mabûn. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz tevî xizm û parêzvanên xwe ji bo hilbijartinê dema diçû serdana esnafan çû dikana malbata Şenyaşar jî. Lê malbata Şenyaşar gotin ku “em dengê xwe didin HDP'ê.” Tê îdîakirin ku li ser vê gotinê Îbrahîm Halîl Yildiz gef li malbata Şenyaşar xwariye û gotiye “Eger hûn dengê xwe nedin min, ez nahêlim hûn li Pirsûsê bijîn.” Li ser nîqaşê xizm û parêzvanên Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin û di êrîşê de Celal, Adîl, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûn. Ew rakirin nexweşxanê ya Pirsûsê ya Dewletê. Emîne û Haci Esvet Şenyaşar ji bo ku biçin hawara kurên xwe çûn Nexweşxaneyê ya Pirsûsê lê li vir malbata Halîl îbrahîm Yildiz êrişî wan kirin. Hevjînê Emîneyê li ber çavên wê hat lînçkirin. Kurên Emîne Celal û Adil ên birîndar  jiyana xwe ji dest dan. Fadil Şenyaşar jî piştî hat dermankirin, hat girtin. 36 sal cezayê hefsê ji Fadil re hat birîn.
 
Birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Enver Yildiz piştî 15 mehan teslîmî polîsan bû û dûre hat girtin. Di darizandinê de 15 sal cezayê hefsê ji Enver Yildiz re hat birîn. Lê belê di dosyayê de navê 23 kesên gumanbar ên ji malbata Yildiz derbas dibe. Lê heta niha dozgeriyê di derheqê 23 kesên ku navên wan di dosyayê de derbas dibe tu gav neavêt. Malbata Şenyaşar jî ji bo ku kujer werin darizandin daxwaza edaletê dikin û têdikoşin.
 
Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo ku bersûc werin darizandin di 12’ê Îlona 2019’an de bi daxwaza edaletê li pêş avahiya Edliyeya  Rihayê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û piştî ku bi dozger re hevdîtin kirin di heman rojê de çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
Di roja yekem a çalakiyê de hatin binçavkirin
 
Di 16’ê Kanûna 2020’î de jî Emîne û kurê xwe Ferît, bi daxwaza hevdîtinê çûn avahiya AKP’ê ya Rihayê, lê li pêş avahiyê hatin binçavkirin. Piştî ku rojekê di bin çavan de man Emîne û lawê xwe Ferît bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Lêpirsîn di derbarê malbatê de hatibû destpêkirin û pişt re jî bi biryara neşopandinê bi encam bû.
 
Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adarê de ji bo ku sûcdar bên cezakirin bi daxwaza edaletê li pêş Edliyeyê ya Rihayê çalakiya nobeta edaletê dan destpêkirin. Berî çalakiyê daxwaza hêvdîtinê ya malbata Şenyaşar a têkildarî dosyayê, ji aliyê Serdozgerê Komarê ya Rihayê ve hate redkirin.
 
Piştî çalakiyê ya edaletê gelek saziyên civakî, partiyên sîvîl, şandeyên baroyan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar.
 
Ferît di roja yekem a çalakiyê de li pêş avahiya edliyeyê axivî û bang li Serok komar, Wezîrê Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Serdozgeriya Komarê ya Rihayê kir. Ferît di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li pêş çavên dayika min bav û birayên min qetil kirin. Waliyê Rihayê şahidê vê komkujiyê ye. Walî ji me re got ‘her tişt wexta ku dema wê tê derdikeve holê’. Êdî sebra me nema. Kesên komkujî pêk anîn serbest digerin. Kes nikare garantiya ku dê sibehê me jî nekujin bide!”
 
Hundirê edliyeyê ya Rihayê ji wan re hat qedexekirin
 
Emîne û kurê wê Ferît roja 6’mîn a çalakiyê li ber avahiya edliyeyê bi astengiya polîsan re rû bi rû man û ji wan re wiha hat gotin: “Ev der avahiya cemaweriyê ye, hûn nikarin li vê derê rûnin.” Malbata ku hat astengkirin, çalakiya xwe di baxçeyê avahiya edliyeyê de dewam kir.
 
Polîsan di roja 7'mîn a çalakiyê de Emîne Şenyaşar bi îdiaya “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye” hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Emîne piştî îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan û dîsa hat ber vahiya edliyeyê û çalakiya xwe berdewam kir.
 
Di roja 8'emîn a çalakiyê de li ser fermana dozgerê ku hevdîtin qebûl nekir, Emîne û kurê wê Ferît negirtin baxçeyê edliyeyê. Malbatê jî çalakiya xwe bir li ber deriyê ketina edliyeyê. Emîne Şenyaşar a li pêş edliyeyê kir qêrîn, di nav hêsirên çavan de wiha got: “Êdî bes e, em mirin. Em bi dewletê mirin. Xwedê tu ne li jorî?”
 
Emîne û kurê wê Ferît di roja 9’min a çalakiyê de li ser daxwaza hevdîtinê ya Midurê Şaxa Ewlehiyê derbasî Miduriyeta Polisan a Rihayê bûn. Û piştre bi Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn re hevdîtin kirin. Ferît diyar kir ku di hevdîtinê de daxwaza edaletê kirine û walî ji wan xwestiye ku bi serdozger re hevdîtinê bikin, lê wan ev yêk qebûl nekiriye.
 
Bi mudaxaleyê hatin binçavkirin
 
Di roja 17’mîn a çalakiya edaletê de polîsan êriş birin ser Emîne û lawê wê Ferît û dest danîn ser wêne, pankart û dowîzên wan. Ferît demeke dirêj li dijî polîsan li ber xwe da û got: "Ji niha û pê ve hûn me bikujin jî em ê gavekê paş ve neavêjim."  Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît di nava dorpêça polîsan de nobeta xwe ya "edaletê" domandin. Piştî ku nûner û rêveberên KCD, DBP'ê çûn serdana Emînê û lawê wê Ferît polîsan mudaxaleyî çalakiya wan kir û ew binçav kirin. Piştî ifadeya wan hat girtin serbest hatin berdan.
 
Emîne Şenyaşar daxwaza xwe ya “Edaletê” di roja 18’mîn de li Gola Masiyan a Hz. Îbrahîm lê hatibû, şewitandin qêriya. Emîne û lawê wê Ferît piştî ziyareta Gola Masiyan hatin li ber avahiya Edliyeyê ya Rihayê nobeta xwe domandin.
 
Di roja 22’yemîn a çalakiya edaletê de polîsan careke din êrîşî Emîne û kurê wê Ferît kirin. Polîsan xwestin Ferît binçav bikin û ew bi erdê re kaş kirin, lingê wî di bin wesayîtekê de ma. Ferît di vê navberê de ji serê xwe lêdan xwar, hêrs bû û ji ser hişê xwe ve çû. Piştî ji ser hişê xwe çû ew rakirin nexwexaneyê. Ferît piştî ku ji nexweşxaneyê derket giliyê polîsên lê dabûn kir.
 
Di roja 27’emîn de Emineyê ji ber nexweşiya xwe nikaribû tevlî nobeta edaletê bibe. Lawê Emîne, Ferît tena serê xwe tevlî "Nobeta Edaletê" bû.
 
Ji ber qedexeya derketina derve nobeta xwe li mala xwe berdewam kirin
 
Di roja 46’emîn a çalakiyê de Emîne û kurê wê Ferît ji ber qedexeya şewba koronayê ya derketina derve nobeta xwe li mala xwe berdewam kirin.
 
Emîne û kurê wê Ferît di roja 63’yemîn a çalakiya edaletê de hesabê xwe yê twîtterê, hesabê Wezareta Dadê ya fermî etîket kir û bi wêneyê ambûlansa ku di dema birîndar rakirin nexweşxaneyê de êriş lê hatibû kirin, parve kir û ev got: “Tu li ku yî @adaket_bakanlik me bidin bawerkirin ku li Tirkiyeyê EDALET heye. Bila dozger ne fermanên siyasî, qanûnan pêk bîne.”
 
Emîne û kurê wê Ferît di roja 70’Emîn de bi rabûna qedexeya derve dîsa hatin ber avahiya Edliyê ya Rihayê û çalakiya xwe domandin.
 
Polîsan di roja 73’yemîn a çalakiya edaletê de Emîne û kurê wê Ferît beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi lêdanê hatin binçavkirin. Emîne û kurê wê Ferît piştî îfadeya wan hatin girtin, serbest hatin berdan.
 
Di roja 88’êmîn a çalakiyê de Serdozgeriya Komarê daxwaza hevdîtinê ya malbata Şenyaşar careke din red kir. Li ser vê yêkê Emîne derket baxçeyê Adliyeyê lorand.
 
Di roja 106’emîn de piştî lorîk û zêmarên Emîneyê, polîsan li hewşa edliyeyê da rûniştin û sekna li ser piya qedexe kir. Rexmî qedexeyê jî malbatê sekna xwe ya li vir domand.
 
Di roja 108’mîn de Emîne û Ferît Şenyaşar beşdarî Konferansa Demokrasiyê ya li Stenbolê bûn. Emîne di konferansê de axivî û li vir careke din daxwaza xwe ya edaletê anî ziman.
 
Di roja 113’emîn a çalakiyê de dozgerê li doza Malbatê dinêre cara 8’emîn hat guhertin. Û her wiha polîsan destûr neda ku malbat bikeve hewşa edliyeyê. Emîne û Ferît Şenyaşar li ber barîkatên hewşê nobeta xwe domandin.
 
8’emîn dozgerê ji bo lêpirsîna doza malbata Şenyaşar hat tayînkirin
 
Di roja 126’mîn de 8’emîn dozgerê ji bo lêpirsîna doza Malbata Şenyaşar hat tayînkirin randevû neda Emîne û kurê wê Ferît.
 
Di roja 128’mîn de Emîne û kurê wê Ferît berî ku dest bi nobeta xwe ya "Edaletê" bikin, ji navçeya Pirsûsê dihatin navenda Rihayê, li têketina Rihayê ji aliyê polîsan ve bi hinceta  "heqareta li karmendên camaweriyê" kirine hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan. Piştre hatin li ber deriyê edliyeyê û çalakiya xwe domandin.
 
Di roja 147’emîn a çalakiya edaletê de edliye ket betlaneyê. Lê Emîne û kurê wê Ferît dîsa jî çûn ber edliyeyê û nobeta xwe ya edaletê domandin.
 
Emîne di roja 149’emîn de ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tevlî nobeta edaletê nebû. Ferît Şenyaşar tena serê xwe nobeta edaletê girt.
 
Di roja 155’emîn de ya nobeta edaletê de Emîne û kurê wê Ferît dema ku çûn nimêja nîvro dovîzên wan hatin dizîn. Malbatê polîs ji dizîna dovîzan berpirsyar girt û got ku an mirin an jî edalet dikare wan ji ber edliyeyê rabike.
 
Di roja 158’emîn a çalakiyê de polîsan careke din mudaxaleyî Emîne û kurê wê Ferît kirin û bi hinceta ku malbatê pankart bi bariyerên polîsan ve daliqandiye cezayê pereyan li Ferît Şenyaşar birîn.
 
Di derheqê Emîneyê de doz hat vekirin
 
Di roja 185’emîn de bi hinceta ku Emîne Şenyaşar “heqaret” li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî kiriye doz hat vekirin. Di îdianameyê de Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz wek muştekî ango gazinker cih girt. Di îdianameyê de heta 4 salan cezayê hefsê ji Emîne Şenyaşar re tê xwestin
 
Di roja 186’mîn de Emîne ya bi hinceta ku di axaftina xwe de "heqaret" li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû kiriye îfade da. Piştî îfadeyê Emîneyê hat ber avahiya edliyeyê û çalakiya xwe domand.
 
Di roja 191’emîn a çalakiya edaletê de di derbarê êrişê de dîmenên nû derketin holê. Di dîmenan de hat tespîtkirin ku êrişkarê bi keleşnîkofê dikeve dikana malbatê, di dosyayê de tune ye.
 
Heta niha bi dehan saziyên sivîl, saziyên mafên mirovan, şandeyên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û şandeyên baroyan ji bo piştgiriyê çûn serdana çalakiya nobeta edaletê.
 
Di roja 200’î ya çalakiya edaletê de 200 parêzer ji bo ku piştgiriyê û doza Emîne Şenyaşar bişopînin hatin serdana “Çalakiyê ya Nobeta Edaletê.”