Encamnameya Komxebeta Dayikên Aştiyê hat aşkerakirin

  • 13:50 24 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Komxebata Dayikên Aştiyên ya Kurdistanê hat aşkerakirin û wiha hat gotin: "Em bang li hemû tevgerên jinan dikin, ji bo yekîtiya netewî pêşengtiyê bikin û di demek zû de divê kongreya netewî were li dar xistin. Bang li partî û aliyên siyasî dikin ku dijî dagirkeriyê yekbin û Kurdistanê biparêzin."
 
Dayikên Aştiyê yên ji her çar aliyên Kurdistanê di 21’ê îlonê de bi armanca nirxandina dagirkeriya li Kurdistanê, şer û aloziya heyî û rola dayikan a di çareseriyê de li salon Îbrahîm Ehmed ya Silêmaniyê kombûbûn, nîqaşên berfireh kiribûn. Di komxebatê de panelên bi çend sernavên cûda hatin dayîn û nîqaşek berfireh hatin kirin. 
 
Dayikên ji bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî beşdarê panelê bibûn. Dayikan di panelê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, girîngiya hewldanên ji bo yekitî û aramiya Kurdistanê kirin. Dayikan encamnameya komxebata xwe aşkera kirin.
 
Encamnameya Komxebata Dayikan wiha ye: "Divê ji bîra me neçe, dagirker bi sala ne li Kurdistanê bi awayek hovane komkujiyan pêktîne. Dagirker bi hovane li başûr, rojhilat, bakur û rojavayê Kurdistanê komkujiyan pêktînin. Têkoşerên kurd bi giştî li ber çavê me têne kuştin û hîna jî tên qetilkirin. 
 
Erka xwe yê dîrokê bicihbînin
 
Em weke dayik, aloziya di nava hizban de qebûl nakin. Pêwîste hemû aliyên siyasî bi erkê xwe yê kurdatiyê rabin û nabe bi tu awayek alîkariya dagirkeran bikin. Nabe dijî hev şer bikin, eger tu di mala xwe de ne yekbî, dibe ku mala te belav bibe, parçe parçe bibe. Em bang li we hemûyan dikin, em di mala xwe de bibin yek û hemerî neyaran rabin. Em erkê xwe yê dîrokê bicihbînin.
 
Em bang li hemû tevgerên jinan dikin, ji bo yekîtiya netewî pêşengtiyê bikin û di demek zû de divê kongreya netewî were li dar xistin. Bang li partî û aliyên siyasî dikin ku dijî dagirkeriyê yekbin û Kurdistanê biparêzin.
 
Bêdengiyê bişkînin...
 
Bi salane dagirker dijî Gelê Kurd derveyî exlaqê komkujiyan pêktînin. Li Kurdistanê hinek dewlet piştgiriyê didin hinek komên çete yên weke DAIŞ’ê û bi ser herêmên kurdan de dişînin. Bi salane DAIŞ û komên çete êrişî kurdan dikin. Bi çekên qedexekirî, zarokên me dikujin û hêzên navnetewî jî li hemberî vê bêdengiya xwe diparêzin. Li hember van kiryaran, em weke Dayikên Aştiyê bang li hemû hêzên navnetewî dikin da ku bêdengiya xwe bişkînin.
 
Bedena zarokên me parçe parçe dikin, divê em weke dayik, jin hemberî dagirkeriyê rabin. Dayikên gerîla û pêşmerge, heya leşkerên têne kuştin, divê têkoşîna xwe bi rêyên ji bo çareseriya aştiyê bidominin. Ji rawestandina şer divê bi hevre têbikoşin.
 
Li gorî vê banga me dayîkan:
 
* Divê hêzên navnetewî dijî komkujî û bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin.
 
* Bang li hêzên herêmî û navnetewî dikin ku hebûna Gelê Kurd, çanda kurdan biparêzin û xwedî helwest bin.
 
* Em bang li hemû dayîkên gerîla, pêşmerge û leşkeran dikin, rê li ber şer bigrin. Ji ber ku di encama şer de dilê dayîkan dişewite.
 
* Bang li hemû aliyên siyasî û partiyan dikin, dijî dagirkeriyê bibin yek û Kurdistanê biparêzin.
 
* Divê hemû tevgerên jinan, pêşengtiya yekîtiya netewî bikin, ji ber ku parçebûna kurdan ti feydeyê nade. Em naxwazin xwîna zarokên me were rijandin.
 
* Em bang li dayîkên hemû şehîdan dikin, ji bo rawestandina şer li gel me bin."