Qada Galatasarayê dîsa hat dorpêçkirin

  • 09:29 24 Îlon 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Li Qada Galatasarayê çend roj berê polîsan dorpêç ango bariyerên xwe rakiribûn. Îro carek din qad ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
 
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasaraya Taksîma Stenbolê her rojên şemiyê li aqûbeta windayan dipirsîn û daxwaz dikirin ku kujer werin darizandin. Di hefteya 700’î de roja 25’ê tebaxa 2018’an Dayikên Şemiyê xwestin li Qadê kom bibin. Polîsan êrişî dayikan kiribû û gelek dayik binçav kiribûn. Ji wê rojê ve polîsan Qada Galatasarayê bi bariyeran dorpêç kiribû. Dorpêçkirin piştî 160 hefteyan roja 21’ê îlonê hatibû rakirin. 
 
Lê belê polîsan nîvê şevê carek din bariyerên xwe anî qadê û dorpêç kirin. Mîdîbusên zirxî anîn qadê û polîs hatin bicihkirin.