Li Cenevreyê panela jinên kurd hat lidarxistin

  • 09:20 24 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya "100 Sedem" de bi pêşengiya tevgera jina kurd a Ewropayê li Cenevreyê panel hat lidarxistin. Jinên Efrînî yên beşdarî panelê bûn dan zanîn ew bi tecawiza sîstematîk rû bi rû mane. Asya Abdullah jî da zanîn di salekê de 105 jin hatne qetilkirin û 189 jin hatine revandin, 197 jin bi bombebaranan jiyana xwe ji dest dane û 182 zarok jî hatine qetilkirin. 
 
Panel bi moderatoriya Dr.Manûela Honegger hat rêvebirin, axaftinvanên mîna pisporê mafê mirovan û mijarên zayendî û civakî Marîon Boker, Damezrîner û Hevdîrektorê Fight For Humanity (Ji Bo Mirovatiyê şer) Ann-Krîstîn Sjoberg, Endama Koordînasyona Meclîsa Jin a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah û Berdevka Têkiliyê Navnetewî ya TJK-E Melîke Yaşar tevlê panelê bûn.
 
Panel her wiha di çarçoveya rûniştinên mafê mirovan a 48’mîn ya Netewên Yekbûyî de hat lidarxistin.
 
Di destpêka panelê de dîmenên ku di nav de dîmenên şerê li Sûriyeyê hebûn hatin nîşandan û cih ji  îfadeyên têkildarê tecawîzên ku jin pêre rû bi rû mane û sûcên li herêmê hatine kirin hate dayîn. Di dîmen de her wiha cih ji guhertinên demografîk û Tirkkirinê yên Tirkiyeyê ku li herêmên ku bi operasyonên dersînorî dikevin navê hat dayîn.
 
Berdevka Têkiliyên Navnetewî ya TJK-E’yê Melîke Yaşar destpêkê mafê axaftinê girt, jinên ku di kampanyayê de cih girtin û jiyana xwe ji destdanî bi bîr anî û piştre dest bi axaftina xwe kir.
 
Melîke diyar kir ku wan wek tevgera jinên kurd li dijî qirkirina jinê ji yekê zêdetir kampanya û çalakî li dar xistine û got, “Armanca kampanya me ya ‘ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ ji bo darizandina dîktator Erdogan e. Ez ê sûcên ku Erdogan serê wê kişandî jî vebêjim.”
 
Melîke di dewama axaftinên xwe ragihand ku ew dixwazin gava duyemîn ya kampanyayê dest pê bikin û diyar kir ku Erdogan di nava 18 salên desthilatiya xwe de ji 100’an zêdetir sûc kiriye. Melîke navê jinên ku di çarçoveya siyasetên şer ên Erdogan hatine qetilkirin hejmart. Her wiha bal kişande ser tecawîzên ku li Efrînê ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê piştgirî dide wan û diyar kir ku Erdogan amadekariyên qetlîameke nû ya li ser Şengalê dike û bi xwedîderketina li çeteyên DAÎŞ’ê hewldide konseptek mîna wê bidomîne.
 
Melîke di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di destê wan de belge û delîlên sûcên li hemberî jinan hatî kirin hene û ew ê di gava duyemîn de dixwazin bi wan delîlan di asta saziyên navnetewî de têkoşînek ku wê darizandina Erdogan bi xwe re bîne rêxistin bikin.
 
Piştî Melîke hin beşdarên ku bi rêya onlîneyê tevlî panelê bûn jî axivîn û balkişandin ser sûcên ku dewleta tirk û Erdogan li dijî jinan û civakan kirine.
 
Di nava yên tevlê panelê bûn jinek ji Efrînê ku şahida pêvajoyê bû jî bi rêya onlîne tevlê bû û bal kişand ser bûyer û sûcên ku wê demê li Efrînê hatinî kirin û diyar kir ku her roj hejmara van jinan zêdetir dibe. Her wiha got ku ji bilî vegera mala xwe ya li Efrînê tu daxwazek wê nîne.
 
Endama Koordînasyona Meclîsa Jin a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah jî axafinek kir û diyar kir ku wan li hemberî dagirkeriyê, bi armanca parastina xwe û axa xwe di serî de rêxinbûna xwe çêkirine û tevî jinên kurd, ereb, çeçen û çerkez Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezrandine.
 
Asya behsa qetlîam, revandin û tecawîzên ku li Efrînê di nava salekê de (2020-2021) ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê li hemberî jinan pêk anînî kir û diyar kir, “Îro têkoşîna me ya herî girîng ev e ku divê li hemberî qetilkirina jinan bisekinin û pêşiya wê bigirin.”
 
Axaftina dawî ya panelê pispora mafê mirovan û mijarên zayendî û civakî Marîon Boker kir. Marîon anî ziman ku wexta ku vala bê derbas bikin tune ye û diyar kir, “Nivîsandina nameyek şermezarkirinê wê tiştekî çareser neke. Ji bo wê niha pir zêde mekanîzmayên me hene. Divê bikevin nav liv û tevgerê.”
 
Piştî axaftin hatin kirin, panel bi beşa pirs û bersivan bidawî bû.