ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 24 Îlon 2021
  • Rojev
 
* "Derseke din ya mezin ya divê em ji şoreşa Rojava derxînin ev e ku li şûna pîrozbahiyên dewletê, betlanên olî û pratîkan divê pîrozbahî û rîtuelên din bên afirandin. Şoreş, serhildanên berê hatine jiyîn û nehatine jibîrkirin divê bên pîrozkirin. " JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê û geşedanên li wir da zanîn bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan jinên Êzidî bêtir pêş ketin lê belê dewleta tirk vê ji xwe re wekî talûkeyekê dibîne û ne li gor berjewendiyê vê dewletê ye. Rihamê wiha dewam kir:"Dewleta tirk di her fersendê de êrişî Şengalê dike û planên xwe bi rêya hikumeta Hewlêr û Bexdayê dide kirin. Daxwaza dewleta tirk ew e ku li Iraqê hêza xwe bi cih bike û hikumeta herêmê jî vê rastiyê nabîne ya jî naxwaze bibîne." BI DÎMEN 
 
*Yek ji mamosteya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Aysel Tabak da zanîn ku di zimanekî ku dikare çi bike hebe di Kurdî de jî ev gelek zêdeye zimanekî dewlemende û bang kir ku divê kurdî di her qada jiyanê de bê jiyîn û wiha got: “Kurdî di bin zextê de ye, ger ku zext nedîtiba wê me nûçeyên ‘ji ber kurdî axivî hat lînçkirin’ nebihistiba. Ev nîşaneya ku zext li ser ziman heye. Ji ber ku kurdî tê terorîzekirin.” BI DÎMEN 
 
*Dayika Aştiyê Hayriye Dogan ku got ‘li welatekî bê ziman û nasname tiştekî bi mirovan nade qezenckirin’ lilgel kurê wê hat definkirin, bi fikr û nêrîna ‘Têkoşîna dimeşînim peywira mine, min soz da zarokên xwe’ tu car dest ji têkoşîna xwe berneda. BI DÎMEN 
 
*Qeyûmê ku li Şaredariya Qoserê hatiye tayinkirin ji aliyekî radigihîye ku ew ê bi 2 milyon TL butçeyê tenûran çêbike lê ji aliyekî ve jî tenûrên jinan li Taxa Turgut Ozal a girêdayî navçeya Qoserê ye bi keda xwe çêkirine xera dikin. Jinên li dijî vê yekê bertek nîşan dan, bi lêv kirin ev nêzîkatiyek li dijî keda jinê ye û gotin ew ê li dijî vê xerakirinê li berxwe bidin.  DÎMEN HEYE