Şewata li gundê Mîçîç ê Geverê berdewam e

  • 15:12 23 Îlon 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Li  gundê Mîçîç ê Geverê agirê ku bi Kamirgeha Nehêlê ket her ku diçe belav dibe.  
 
Du li gundê Mîçîç ê Gevera Colemêrgê li Kamirgeha Nehêlê şewat derketibû şewata ku duh hatibû derxisitn hîna nehatiye vemirandin û ji ber ku ji bejahiyê ve mudaxele nikare bê kirin tîmên agirkujê ku hatin cihê şewatê paşve vegeriyan.
 
Di saetên serê sibehê de rojnamegerên ku xwestin herêma şewat lê darketiye jî ji aliyê çawîşên qereqola Haruna û ya gundê Miçîçê ve bi hinceta "Herêm ne ewle ye û cihê oparasyonê ye. Tenê ji hewa ve dikare dîmen bê kişandin û hûn nikarin dîmen bikişînin" hatin astengkirin.